Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Sîyasî

Derbarê rewşa Rêber APO de rêxistinên Kurd daxuyanî dan

 

RÊXISTINÊN KURD: EM JI BO OCALAN SEFERBER BIBIN!

Piştî agahiya şewata li Grava Îmrali belav bû, sazî û dezgehên Kurdan, ketan nava tevgerê.

Saziyan hişyarî dan û gotin; Ji bo rêber Abdullah Ocalan em seferber bibin.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL li ser şewata li Grava Îmraliyê daxuyaniyek da û banga lezgîn kir.

KONGRA-GEL got; “Li dijî şewata li Îmraliyê seferber bibin. Eger tiştekî biçûk ê neyînî rû bide wê berdêla wê giran be.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad jî daxuyaniyeke hevpar dan û gotin;

“Heta hevdîtin li gel rêber Apo pêk nê, divê tu kes venegere mala xwe.”

Koordînasyonên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê jî bi heman armancê daxuyanî dan û ji bo Rêber Apo banga çalakiyan kirin.

Rêxistinên Kurdên Rûsya û YSD’ê jî bi daxuyaniyeke hevpar gotin;

“Pêkhatina bûyereke bi vî rengî divê ji rêzê neyê dîtin. Divê tavilê rê vebe ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê.”

Dayikên Aştiyê li Stenbolê û KON-MED’ê jî fikarên xwe yên têkildarî şewata li Îmraliyê anîn ziman û gotin:

“Divê tu Kurdek li mala xwe rûnenê û rabin ser piyan.”

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê jî têkildarî şewata li Greva Îmralî daxuyaniyek da û

îewata li Girava Îmraliyê wekî berdewamkirina komploya li dijî rêber Apo destnîşan kir.

Tevgera Azadî bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê berpirsyartiyê dakevin qadan.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê jî daxuyaniyek da.

HDP’ê bal kişand ser bê xemiya rayedarên dewleta Tirk û got;

“Heya agahî ji birêz Ocalan neyê wergirtin wê fikar hebin.”

Daxuyaniyeke din jî Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê da.

Meclisê bi taybetî bang li civaka Êzidî kir ku xwedî li Rêber Apo derkevin û heya agahî ji rewşa wî neyê girtin li qadan bimînin.

Hevserokatiya Tevgera Demokratîk TEV-DEM’ê jî diyar kir ku şewata li Îmraliyê ne bûyereke ji rêzê ye û got; “Roj roja xwedîderketina li Rêber Apo ye!”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD jî ji bo rêber Apo banga lezgîn kir û got;

“Heta ku li Îmraliyê bi rêber Apo re hevdîtin pêk neyê, divê gel li qadan be.”

 

Ev jî hatin dîtin

19:00 Rojev 00.10.2020

Stêrk Tv

Weşana nû ya Stêrk tv 12 Cotmehê roja Duşemê destpê dike

Stêrk Tv

Hevkariya Kanda bi Tirkiyê re li dijî Kurdan careke din li Qerabaxê eşker bû

Stêrk Tv

Siyaseta Tirkiyê şerê di navbera Azerbeycan û Emenîstanê de qur dike

Stêrk Tv

Li dijî HDP operasyonên qirkirina siyasî didomin

Stêrk Tv

Hevserokê KNK: Operasyona AKP li hember HDP amadakariya qirkirina siyasî li dijî netewa Kurd e

Stêrk Tv