Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistina ARCI ya Îtalî peyama ‘Dem hatiye Ocalan azad bibe’ da 02.02.2021

 

ÎTALYAYÊ DENG DA KAMPANYA AZADIYA RÊBER APO
RÊXISTINA ARCI YA ÎTALÎ PEYAMA ‘DEM HATIYE DIVÊ OCALAN AZAD BE’ DA

Li seranserê cîhanê kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo bi eleqeyeke mezin bi rê ve diçin.

Sendîka û rêxistinên ku bi milyonan endamên xwe hene ji bo azadiya Rêber Apo bi şev û roj dixebitin.

Li Îtalyayê jî rêxistineke çandî ya antî faşîst bi heman daxwazê rabû.

Rêxistina çandê ya li aliyê çep a antî-faşîst ARCI, di civîna xwe ya meclîsa netewî de biryar da ku piştgiriyê bide kampanya azadiya Rêber Apo.

Rêxistina ARCI ji aliyê antîfaşîst û çepgiran ve di 26’ê gulana 1957’an de ava bû, li gel çandî her wiha karên civakî û siyasî jî dike.

ARCI ji salên 1990’î ve piştgiriya têkoşîna azadiyê ya Kurd dike, li gel şoreşa Rojava piştgirî da gelek projeyên civakî.

ARCI tevahiya Îtalyayê zêdeyî milyonek endamên xwe û 4 hezar û 400 komeleyên xwe hene.

Bi dehan organîzasyonên ARCI’yê di meclisa xwe biyar girtin ku ji bo xurtkirina kampanya azadiya Rêber Apo bixebitin û ji bo welatên Ewropayê çek nefroşin dewleta tirk jî wê bikevin nav liv û tevgerê.

ARCI ji bo xutkirina hewldan, kampanya û projeyan jî wê koordînasyoneke navxweyî ava bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv