Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistina Îstîxbarî ya Swîsreyê: Tirkiye ji bo DAÎŞ’ê bi roleke kilîd radibe 07.11.2020

Rêxistina Federal a Swîsreyê di Rapora Ewlehiyê ya 2020’an de bal kişande ser ku Tirkiye ji bo DAÎŞ’ê bi roleke kilîd radibe û got, ”PKK polîtîkaya ku li Ewropayê ji tundiyê dûr bisekine, didomîne.”

Serwîsa Îstîxbarî ya Federal Swîsreyê (SRC) Rapora Ewlehiyê û Rewşa 2020’an weşand.

Di raporê de têkilî Erdogan hate gotin ,”Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li gel polîtîkaya êrîşkar a derve jî nema tê destekkirin” û diyar kir Erdogan li gel ku hemû raye bi dest xistine jî nekariya ku rewşa aborî ya kambax çareser bike.

Her wiha hate gotin, ”Ji bo operasyona leşkerî ya li ser Sûriyê û Iraqê ya Tirkiyê desteka gel namîne.”

TIRKIYE LI ROJAVA BI DEMOGRAFIYÊ DILÎZE

Derheqê polîtîkaya Emperyal a Tirkiyê jî di raporê de hate gotin, ”Tirkiye li herêma Bakurê Sûriyê ku kontrol kiriye dest hewl dide ku penaberên Ereb ên Sûriyeyê bi cih bike. Bi vî rengî dibe ku bi demografiya van deran bilîzin ku ji hêla Kurdan ve ev der weke herêmên xweser hatine ragihandin.”

REWŞA ABORÎ YA TIRK WÊ XIRABTIR BIBE

Li ser dahatuya Tirkiyê jî hate gotin, ”Nîşandana hêzê ya bi rengekî agresîf a Tirkiyê û rageşiya siyaseta naxwe ya Tirkiyê wê bidome” û hate gotin, rewşa aborî wê xirabtir bibe.”

Her wiha hate gotin,”Tirkiye ji bo ku PKK’ê di bin kontrolê de bihêle, ku wê ji bo xwe weke talokeyeke mezin dibîne, wê mudaheleyên leşkerî yên li Sûriyê û Iraqê bidomîne.”

‘TIRKIYE JI BO DAÎŞ’Ê BI ROLEKE KILÎD RADIBE’

Derheqa terora cîhadî jî hate gotin DAÎŞ li gelek deveran û li Swîsre, li Ewroayê hê jî taloke ye.

Têkilî Tirkiyê û DAÎŞ’ê jî di raporê de hate gotin DAÎŞ xwedî torên navnetewî ye û Tirkiye di vê mijarê de ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê derbas bibin û bikevin hundir bi roleke kildî radibe.

Di raporê de hate gotin, ”Tirkiye weke herêma transît û vekişînê ji bo DAÎŞ’ê bi roleke kilîd radibe. Gelek caran hate piştrastkirin ku nûnerên DAÎŞ’ê hema li nêzî sînorên Tirkiyê hatine gritin an jî kuştin.

‘PKK LI EWROPAYÊ XWE JI TUNDIYÊ DÛR DIGIRE’

Di raporê de têkilî xebatên PKK’ê yên li Ewropayê jî tespîst hatin kirin.

Di raporê de hate gotin, ”Li gel rewşa rageşî jî PKK li Ewropayê bi pragmatîstîtevdigere” û bi domdarî hate gotin ,”PKK, ji bo ku bigihije wê armanca ku ji lîsteya terorê ya YE’yê were derxistin xwe ji bikaranîna rêbazên tundî dûr digire. Li Ewropayê di navbeyna xwepêşandêrên Kurd û hêzên ewlehiyê de tenê caran pevçûn çêbû. Bi rengekî tîpîk dema protestoyan di wan rûdanan de ku zirar gihaşte ser mal û milk ji hêla wan komên çepgir ên radîkal ve hate kirin. Rêveberên Kurd ên li Swîsreyê nahêlin ku rêbaza tundiyê wer bikaranîn û dikin ku proresto bi rengekî bê tundî pêk were.

PKK, ji bo îmaja xwe li qadên ku lê çalak e wê bidomîne ku zirar negihije ser sivîlan. Turîstên rojavayî ku wê biçin Tirkiyê nebin hedefa êrîşên PKK’ê. PKK dema pêşiya me wê çalakiyên xwe yên ne bi tundî li Ewropayê bidomîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv