Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistinên Italî ji bo azadiya Rêber Apo konferansek lidarxistin 18.10.2020

 

Li bajarê Bologna yê Italyayê ji hêla Rete Kurdistanê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansek hate lidarxistin.

Di konferansê de nûnerên Partiya Komunîsta Vesazkirina Nû ya Italî, Petere Il Popolo, Sendîkaya Karkeran a Fîom, Sendîkaya Karkeran a Gel a Cabas, Sendîkaya Karker a Gel CUB  û Un Peto Per hazir bûn.

Di konferansê de ji bo ku azadiya Rêberê Gelê Kurd bikeve rojeva raya giştî ya Italî û siyasetê û ji bo çalakiyan biryar hate standin ku gotebêjî werin kirin.

1’Ê MIJDARÊ Û 15’Ê SIBATÊ WÊ MEŞÊN MEZIN WERIN KIRIN

Li gorî vê 1’ê Mijdarê li gelek bajarên Italyayê meşên ”Ji Abdullah Ocalan re azadî” wê werin kirin.

Her wiha li bajarên cihê wê pêşangeha wêneyan jî were danîn.

Pêkhateyên konferansê 15’ê Sibata 2021’an li navenda Romayê wê organîzasyona meşeke mezin bikin.

Di çalakiyan de wê ji bo Ocalan azadî were xwestin, her wiha wê parastinên Ocalan ên ku li Italî hatine wergeran danasîna wan were kirin.

Beşdarên konferansê li dawiyê wêneyên Ocalan hildan û bi dirûşmeyan ji Rêberê Gelê Kurd re azadî xwestin.

Bi daxwaza ”Ji Abdullah Ocalan re azadî” salên çûyî şaredarên Tufara û Fossalto Castel Bottaccîo û Castel del Gîûdîce hatibûn cem hev û plansazî danîbûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv