Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistinên Kurd li dijî siyaseta şerxwaz a PDK derketin

 

Li dijî provokasyonên PDK’ê sazî û rêxistinên Kurd di nava tevgerê de ne.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus ku li Başûr hevdîtinan pêk tîne, ji hevdîtinên heta niha bi hêvî û kêfxweş e.

Nunerên YNK, PJAK û Tevgera Kawa jî banga çareseriya bi riya diyalogê kirin.

HEVSEROKÊ KNK’Ê AHMET KARAMUS: ENCAMA HEVDÎTINÊN LI BAŞÛR BAŞ IN Û HEMÛ ALÎ LI DIJÎ ŞERÊ NAVXWEYÎ NE

şêx semal û elîpur gelek caran beşdarî bernameyê me bûne. di dra de nîne, lê di arşîvê de hene..

Li ser provokasyonên PDK’ê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK bi awayekî lez û bez kete nava tevgerê di bin serokatiya hevserok Ahmet Karamus de şandeyek şand Başûr.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs têkildarî hevdîtinên heta niha yên li Başûrê Kurdistatanê ji Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û diyar kir ku di hevdîtinên heta niha de piraniya partî û şexsan li dijî şerekî hundurînê ne.

Ahmet Karamus ji ber encama hevdîtinan hêvî û kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku, wê di 21’ê mijdarê de tevî Yekitiya Parlementeran konferanseke berfireh çê bikin.

Karamus dazanîn ku ji bo pirsgirêkên kurdan bi diyalogê çareser bibin, wê ji hemû aliyan hewldanên xwe bidomînin.

NUNERÊ TÊKILIYÊN DERVE YÊ YNK’Ê ŞÊX ŞEMAL: HEVALÊN PKK’Ê NÛ NEHATINE WIR, ÇIMA PDK JI NIŞKÊ VE EV KIR PIRSGIRÊK?

Ji endamê komîteya têkiliyên derve yê YNK’ê Şêx Şemal jî diyar kir ku şerê di navbera kurdan de tenê dijminên Kurdan dike û got: Mam Celal şerê birakujî heram kiriye û em girêdayî wê soza Mam Celal in.

Şêx Şemal bi van gotinan jî nerazîbûn nîşanê provokasyona PDK’ê da: Hevalên PKK’ê nû nehatina wan deveran. Tiştê heta niha ne pirsgirêk bû, çima ji nişkê ve bû pirsgirêk?

JI NUNERÊN PJAK’Ê ÎBRAHÎM ELÎPÛR: SEDEMA ALOZIYAN HEVKARIYA PDK YA BI TIRKIYÊ RE YE

Ji rêveberên PJAK’ê yên Ewrûpayê Îbrahîm Elîpûr jî rola neyar a PDK’ê destnîşan kir û got: Mixabin PDK bi dewleta Tirk re tevdigere û dixwaze şerê nav Kurdan derxe.

Nunerê PJAK’ê ji PDK’ê xwest ku hevkariya bi dagirkeriya Tirk re dawî bike û ji kurdên çar parçeyan jî xwest ku li dijî provoskasyonên PDK’ê dengê xwe derxin.

BERDEVKÊ TEVGERA KAWA HUSEYÎN ERKAN: MÎMARÊ PLANÊ TIRKIYE YE, PDK NIKARE DEVEREKÊ JI PKK’Ê RE QEDEXE BIKE

Berdevkê Tevgera Kawa yê Ewrûpayê Huseyîn Erkan jî diyar kir ku mîmarê aloziya rojên dawî Tirkiye û Îrane û ji PDK’ê xwest ku li dijî lîstikan bi hişyar tevbigere..

Erkan bi bîr xist ku PKK 40 salin li wan herêmane û got: Başûr ne malê bavê ti kesî ye. Ti rêxistin nikare wir ji bo rêxistineke din qedexe bike. Eger PDK mafê qedexekirinê di xwe de dibîne, bila berê wî qedexeyê li dijî Tirkiye, Îran û Iraqê bi kar bîne…

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv