Di 12’ê Îlonê de Koma Civakên Kurdistan KCK’ê pêngaveke nû ragihand.
Ji bo silavkirina pêngavê heman rojê Kurdistaniyên li Ewrûpayê rabûn ser piyan û çalakî kirin.
Îro jî jin jî di nav de nûnerên sazî û rêxistinên Kurd, Kurdistanî û Tirkiyê beşdarbûna xwe ya pêngavê ragihandin.
Civîna çapemeniyê li Strabourgê, li pêşiya Konseya Ewrûpayê pêk hat.
Nûnerên jin, sazî, rêxistinên Kurd, Kurdistanî û Tirkiyê li bajarê Fransa Strasbourgê hatin cem hev û bi daxuyaniyekê beşdarî pêngava “dem dema azadiyê ye” bûn.
Civîna çapemeniyê li pêşiya Konseya Ewrûpayê pêk hat.
Li ser navê sazî û rêxistinên Kurd, Kurdistanî û tirkiyê axaftin hatin kirin.
Li ser navê Tevgera jinên Kurd a Avrûpa Songul Çelîk axivî.
Songul Çelîk diyar kir, ku ew wek jinên kurd bi pêşengiya pêngavê bikin.
Endama tevgera jin îşaret bi êrişên dewleta tirk li ser jinan jî kir û got,
Azadiya rêber Abdulah Ocalan azadiya jinê Kurd e.
Li ser navê PYDê jî Zozan Derik ji axivî û diyar kir ku dema azadkirina rêber Abdullah Ocalan hatiye û banga beşdarbûna berxwedanê li herkesî kir.