Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêxistinên navneteweyî bi daxuyaniyekê bal kişandin ser êrişkariya PDK’ê û hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re 08.01.2021

 

LI DIJÎ HEVKARIYA DEWLETA TIRK Û PDK’Ê
RÊXISTINÊN NEVNETEWEYÎ BI DAXUYANIYEKÊ VE BAL KIŞANDIN SER ÊRIŞKARIYA PDK’Ê

Ji 28 welatan 31 rêxistinên çepgirt, sosyalîst û komunîst nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re dan û diyar kirin ku PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiyê û çarenûsa xwe dike.

Di daxuyaniyê rêxistinên navnetewî de wiha tê gotin.

“Eşkere ye ku PDK bi hevkariya MÎT’a Tirk ji bo dewleta Tirk a faşîst amadekariya bingeha şerekî dagirkeriyê yê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dike.”

Di daxuyaniyê de li ser hevkariya PDK û bi hêzên herêmî wiha tê gotin:

Dewleta Tirk ji bo tunekirina PKK’ê, şikandina îradeya azadiyê ya gelê Kurd, bi hemû hêza xwe êrişî destketiyên gelê Kurd bi taybetî jî jinan dike.

Dewletên mêtinger ên li herêmê jî destekê didin her cûre êrişê li dijî PKK’ê.

Lewma êrişên li Başûrê Kurdistanê yên li ser PKK’ê, ji bo têkoşîna azadiyê ya li herêmê metirsiyeke mezin e.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha bahsa hevkariye PDK’ê tê kirin.

PDK bi vê pratîka xwe ve li ber hewldanên yekîtiya netewî ya gelê Kurd radibe û bangên ji bo aramiyê jinedîtî ve tê.

PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û azadiyê dike.

Divê ev plan bê têkbirin û piştgiriya navneteweyî ya bi gelê Kurd re bê birêxistinkirin.

Em bang li PDK’ê dikin ku dawî bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst re bîne û dev ji amadekariya şer ber de.

Li dijî her cûre êrişên li ser şervanên azadiyê û gelê Kurd ên li her devera Kurdistanê em bang li mirovên azadîparêz ên li cîhanê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê!”

Partiya Komunîst Proleter a Peravên Diranê Fîlan, Partiya Komunîst a Togo, Rêxistina Marksîst-Lenînîst a Efganistanê, Partiya Komunîst a Bûlgaristanê, Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanyayê, Berbanga Sor, Hollanda, Partiya Marksîst-Lenînîst Demokratîk a Nû, Srî Lanka û Partiya Komunîst a Nû ya Haîtî jî daxuyanî îmze kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv