Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Robin Hoodê serdemê alîkarê rêxistinên karkeran li Parîsê ji cîhanê koç kir

 

“ROBIN HOODÊ NAVARRAYÊ” TERKA CÎHANÊ KIR
WÎ GOTIBÛ: “DESTESERKIRINA PEREYAN KAREKÎ ŞOREŞGERÎ YE”

Lûsiyo Ûrtîba ku wekî “Robîn Hoodê Navarrayê” dihat binavkirin di 89 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir.

Ûrtîbaya di jiyana xwe de gelek caran bi ser bankeyan de girt.

Û pereyên ji wir bi dest xistin, ji bo fînanskirina rêxistinên karker û anarşîstan bi kar anîn.

Anarşîstê navdar Lûsiyo Ûrtîba ku bi eslê xwe ji Welatê Baskê ye, li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Ûrtîba di 1931’an de li herêma Navarra ya li Welatê Baskê hat dinyayê.

Ûrtîbayê ku mixalifê rejîma dîktatorê îspanyol Franko bû, di 1954’an de mecbûr ma terka welatê xwe bike.

Wî di temenê xwe yê dirêj de, şahidiya bûyerên wekî şoreşa Kubayê ya 1959’an û serhildana Gulana 1968’an a li Parîsê kir.

Lêbelê aliyê wî yê herî balkêş, hewldanên wî yên ji bo fînansekirina doza anarşîzmê û karkeran bû.

Ji bo pêkanîna vê armancê, Ûrtîbayê wêrek bi dehan salan plan çê kirin û ew birin serî.

Wî bi sedan belgeyên kaçax amadekirin û bi ser gelek bankeyên li Ewrûpayê de girtin.

Pereyên ji vir hatin bi dest xistin, bê navber herikî rêxistinên anarşîst û karkerên li cîhanê.

Lewma jî navê Robîn Hood li Ûrtîba hat kirin.

Operasyona Ûrtîba ya herî navdar, li dijî Forst Neyşinil Benk hat kirin û 20 milyon euro hat desteserkirin.

Jiyan û têkoşîna Ûrtîba, piştî vê çalakiya mezin, bû mijara sînemaya Baskê û di 2007’an de bi navê Lucio der barê wî de fîlmek hat çêkirin.

Ûrtîba çalakiyên xwe yên li dijî bankeyan herdem wekî çalakiyên rewa bi nav kirin.

Wî rojekê pirseke li ser vê mijarê wiha bersivandi bû:

“Erê, min dest danî ser pereyan. Bi ya min desteserkirin pêwîst e. Wekî ku şoreşger dibêjin, dema mirov ji bo xwe bi kar neyne, dizî û desteserkirina pereyan karekî şoreşgerî ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv