Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîNûçeyên Dawî

Roj nîne ku li dijî gelê Kurd êrişên faşîzan li bajarên tirkiyê pêk neyên 14.09.2020

Roj nîne ku li dijî gelê Kurd êrişên faşîzan li bajarên tirkiyê pêk neyên.
Ev êriş ji ber Kurdin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk bi rêxistinkirine ve pêk tê.

Di heman demê de encama konsepta qirkirina gelê Kurd e.

Di 7 salên dawî di êrişên nijadperestî de li gorî bûyerên ku di çapemeniyê de hatin weşandin herî kêm 5 Kurd hatin kuştin û zêdeyî 10 Kurd jî birîndar bûn. Lê hejmara rast ji wê gelekî zêdetir e.

Dema ku mirov bala xwe bidin ser piştperdeya dîrokî ya êrişên nijadperestî yên li Tirkiyeyê, wê bê dîtin ku pirsgirêkeke rojane nîne. Carna yekser ji aliyê dewletê ve carna jî bi destê hêzên paramîlîter ve hatin plankirin. Qirkirina Ermenan, Bûyerên 6-7’ê Îlonê, Mereş, Çorûm û Madimak. Tevî van bi taybetî salên dawî êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan zêde bûne.

Ev êrişên ku berê gelek caran rû dan, piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an gihîşte asteke bilind. Di nava 5 mehan de di serî de avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê li hemberî 400 avahiyên rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan bi rê û rêbazên cuda êriş hatin kirin. Avahiyên partiyê hatin şewitandin, kevir avêtin avahiyan, ketin hundirê avahiyan û eşyayên tê de şewiştandin.

NIJADPERESTAN KUŞTIN, ŞAREDARIYA AKP’Î WESAYITA BIRINA CENAZE JÎ NEDAN

Ji ber êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan, di nava 7 salên dawî de li gorî bûyerên di çapemeniyê de hatin weşandin 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 10 kes jî birîndar bûn. Ji van êrişan bûyerên di çapemeniyê de hatin weşandin wiha ne:

* Li Kagithane ya Stenbolê di Îlona 2015’an de Sedat Akbaş ê 21 salî dema ku li rawestgehê lib enda otobusê bû, ji ber ku bi Kurdî bi telefonê diaxivî, ji aliyê 6 nijadperestan ve bi kêrê hate kuştin. Ji ber ku Şaredariya AKP’ê wesayita birina cenaze neda, cenazeyê Akbaş bi otobusê birin Êlihê.

* Di 16’ê Kanûna 2018’an de li navçeya Hendek a Sakaryayê, Kadîr Sakçi yê 43 salî û kurê wî B.S. ê 16 salî bûn hedefa êrişê. Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest da, kurê wî bi giranî birîndar bû. H.Û. ji bav û kur ên bi Kurdî diaxivîn pirsî ‘Hûn Kurd in, hûn ji Sûriyeyê ne?’ û piştî ku bav û kur bersiva ‘Erê, em Kurd in’ dan, wî jî ji wan re got, ‘Ji xwe ez ji we hez nakim’ û bi debanceya xwe berda wan. Bav Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest da, kurê wî B.S. bi giranî birîndar bû û demeke dirêj neçar ma tedawî bibe.

* Di 23’ê Tebaxa 2019’an de Şîrîn Tosûn ê ku li Sakaryayê karkerê çandiniyê bû, bû hedefa êrişa 6 nijadperestan. Li navçeya Adapazari ya Sakaryayê 6 kesan Şîrîn Tosûn ê 19 salî lînç kirin û pştre gule berdan serê wî. Piştî 54 rojên li nexweşxaneyê Şîrîn Tosûn jiyana xwe ji dest da.

* Di 31’ê Gulana 2020’an de li Etîmesgût a Enqereyê, ciwanê bi navê Bariş Çakan bi hinceta ku li muzîka Kurdî guhdarî kiriye, kêr li dilê wî xistin û ew kuştin. Piştî bûyerê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû têkilî bi malbata Çakan re danî û kir ku malbat bibêje ‘êriş ne êrişeke nijadperestî ye’. Lê belê tişta ku şahidan û kalkê Bariş Çakan gotin berevajî vê îdîayê bû.

* 13’ê Îlona 2020 (doh) li navçeya Dînar a Afyonê, karkerên înşaetê yên ji Erdîşê bûn hedefa êrişa çekdarî. Ozkan T. jiyana xwe ji dest da, Firat T. û Emrah O. birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Ev her 5 kesên di nava 7 salên dawî de hatin kuştin, taybetmendiya wan a hevpar ew bû ku hemû jî Kurd bûn. Ji ber ku Kurd bûn, ji ber ku bi Kurdî diaxivîn yan jî li muzîka Kurdî guhdarî dikirin hatin kuştin. Kiryarên kuştina wan jî bi ti awayî nehatin cezakirin.

LI NEXWEŞXANEYÊ JÎ ÊRIŞ KIRIN

Gelek Kurd ji ber êrişên nijadperestiyê birîndar bûn. Hin ji wan wiha ne:

* Sala 2013’an li Stenbolê Ridvan Îşler bi hinceta ku li wesayita servîsê bi Kurdî axiviye bû hedefa êrişa komek nijadperestan. Îşler ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Koroglû. Lê belê demeke dirêj gef li Îşler û xizmên wî hate xwarin.

* Di 10’ê Mijdara 2018’an de leşkerekî Kurd bû hedefa êrişa nijadperestiyê. Fîkret Aydemîr ê li Agiriyê leşkerî dikir, ji ber ku bi Kurdî diaxivî demeke dirêj bi gotina ’em ê nehêlin ku leşkeriya te bi dawî bibe’ ji aliyê komek ji leşkerên nijadperest ve gef lê hate xwarin. Êrişî wî kirin û Aydemîr neçar ma ku demeke dirêj li nexweşxaneyê tedawî bibe.

* Di Mijdara 2019’an de vê carê Kurdekî 71 salî bû hedefa êrişeke nijadperestiyê. Ekrem Yaşli ê li Nexweşxaneya Zanîngeha 18 Mart a Çanakkaleyê ji çavên xwe emeliyat bû, ji ber ku bi hevsera xwe re bi Kurdî diaxivî bû hedefa êrişê. Kesekî li ber nexweşekî din êrişî Yaşli kir. Vê bûyerê li nava raya giştî deng vedabû.

CAREKE DIN SAKARYA!

Herî dawî malbata Demîr a ku ji gundê kelekê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo karkeriya demsalî çû navçeya Ortakoy a Sakaryayê li taxa Sirtê bû hedefa êrişa nijadperestiyê. Ji ber êrişê malbata Demîr 4’ê Îlonê neçar ma li warê xwe vegerge.

Malbatê têkildarî êrişê ev aghî dabû çapemeniyê: “Em 17 karker çûbûn bixebitin. Xwediyên zeviyan gef li me xwarin û heqaret kirin. Ji ber vê ykeê me xwest dest ji kar berdin. Wan jî agahî dan agahî dan gundên derdorê û bi kêran êrişî me kirin. Ji ber ku em Kurd bûn êrişî me kirin.”

NIJADPERESTÎ ÇI YE?

Li Tirkiyeyê têkildarî naveroka nijadperestiyê pênaseyên cuda bên kirin jî ji aliyê hiqûqî ve weke sûcekî li dijî mirovahiyê tê dîtin. Nijadperestî her wiha weke “nexweşiyekê”, “tercîheke bi zanebûn”, “şêweyekî rêveberî-rejîmê” tê pênasekirin.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv