Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Rojeva çapemeniya cîhanê

 

Di çapemeniya Cîhanê de îro kîjan mijar derketin pêş.

Niha jî em li nûçeyên balkêş ên rojname, tv, malper û ajansên nûçeyan ên navneteweyî binêrin.

 

BBCyê der barê xirabûna rewşa aborî ya Tirkiyê de nûçeyek bi vî sernavî weşand:

Aboriya Tirkiyê di duyemîn çarîka salê de ji sedî 9,9 biçûk bû.

Dewleta tirk bi xwe jî bi daneyên saziya xwe ya statîstîkê li xirabûna aboriya xwe mikur hat.

Li gorî daneyên fermî yên saziya statîstîkê, hatina safî ya her welatiyekî tirkiyê di duyemîn çarîka salê de ji sedî 9,9 kêm bû.

Tengbûna di sektora pîşesaziyê de jî gihîşt ji sedî 16,5…

Erdogan hejmarên rastî yên der barê şewba koronayê de vedişêre.

Ev manşeta nûçeyeke sereke ya rojnameya Îsraîl Hayom e.

Rojname piştî lêkolînkirina mijarê û wergirtina nêrînên gelek çavkaniyên li Tirkiyê, desnîşan dike ku li Tirkiyê hejmara nexweş û qurbaniyên koranayê ji yên diyarkirî pir pir bilindtir e.

Li gorî nûçeyê ji bilî kesên derdora şefê rejîma tirk, xwegihandina daneyên rast ji herkesî re asê ye.

Erdogan ji tirsa ku rewşa aborî ya xirab veneguhere krîzeke kûr, rastiyên têkildarî şewbê ji destpêkê ve vedişêre.

Reutersê daxuyaniyeke şewirmendê serokê amerîkayê ya der barê normalîzekirina têkiliyên Îsraîl û Îmaratê de bi vê manşetê ragihand:

Şewirmendê Trump, Robert O’Brien got:

Piştî Emîratê wisa xuya ye li nava cîhana ereban welatên din hene ku dixwazin têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normalîze bikin.

O’Brien wiha dewam kir:

Em bawer dikin ku welatên din jî yên ereb û misliman wê di nêz de bidin ser şopa Emîratê.

Press tvyê daxuyaniyeke lîderê Hizbullahê bi vê manşetê weşand:

Nasrullah got:

Peymana ku Emîratê li ser navê normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re îmze kir, bû xizmeteke belaş ji bo Îsraîlê û Amerîkayê.

Roja peymanê jî Îsraîlê behsa planên îlhaqkirina Şerîa Rojava û Geliyê Urdunê dikir.

Lê belê Emîratê îdîa dikir ku Tel Avîvê plana îlhaqê ji bo xatirê normalîzekirina têkiliyan cemidandiye.

Euronewsê xwepêşandana li dijî serokdewletê Belarusê li paytext Mînskê weke nûçeyeke sereke bi vê manşetê ragihand:

Di xwepêşdana mezin a li dijî hukûmetê de bi dehan çalakger hatin girtin.

Rêveberiya Lûkaşengo gelek nûçegihanên ajansên navneteweyî dersînor kirin.

Lûkaşengo welatên rojavayî û NATO bi tevdana xwepêşandanên li Belarûsê sûcbar dike.

NATOyê sûcbariyên Yûkaşengo red kirin.

The Guardianê nûçeya li ser xwepêşandana dawî li Amerîkayê kir manşet.

Li bajarê Portland, di navbera xwepêşandarên nijadperestî protesto dikir û alîgirên serok Donald Trump de şerûpevçûnan rû da.

Di vê navberê de kesek bi êrişeke çekdar hat kuştin.

Rêveberiya amerîkî ragihand ku ji bo dawîanîna li xwepêşandanên li Portlandê, her çareya muhtemel wê were nirxandin.

Kovara Time nûçeyek der barê bûyereke komkuj a Çînê de deranî pêş.

Li gorî nûçeyê restoranteke li bajarê Lînfen di dema pîrozbahiyeke taybet a rojbûnê de hilweşiyaye.

Di encamê de 29 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndarbûne.

Der barê sedema hilweşînê de lêpirsînê destpê kir.

Rojnameya Le Figaro di beşa xwe ya çandê de vedîtina resmên aîdê serdema paleolîtîkê kir manşet.

Li gorî nûçeyê resmên nû li ser dîwarên şikefta Rûfînyak hatin vedîtin.

Tê texmînkirin ku ev resim beriya serdema neolîtîk di dawiya serdema bilind a paleolîtîk de ango herî hindik 12 hezar sal berê hatine çêkirin.

 

Li ser van navnişanên Internetê me bişopînin. 

www.sterktv.net

www.sterktv1.net

facebook.com/sterk.net/

instagram.com/sterk_net/

Twitter:     @kurdisterktv

@sterknucenews

Telegram:  https://t.me/sterkkurditv

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv