Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojeva çapemeniya cîhanê

 

Di çapemeniya Cîhanê de îro kîjan mijar derketin pêş.

Niha jî em li nûçeyên balkêş ên rojname, tv, malper û ajansên nûçeyan ên navneteweyî binêrin.

systematiques-dans-les-regions-sous-controle-turc-en-syrie_6052274_3210.html

Rojnameya Le Monde li ser raporeke Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî zilma dewleta tirk li herêmên kurdan ên Sûrî nûçeyek bi vê manşetê ragihand:

Raporeke NYê binpêkirinên mafan ên sîstematîk ên li herêmên kurdan ên ji aliyê tirkan ve dagirkirî yên li Sûrî radixe pêş çavan.

Lêkolînerên komîsyona serbixwe ya navneteweyî ya ji bo Sûrî bi belge û şahidiyan sûcên li dijî mirovahiyên yên dewleta tirk û çeteyên wê careke din îspat dikin.

New York Timesê nûçeya li ser şewatên peravên Rojava û encamên wê yên hilweşîner di rûpela pêşî de bi vê manşetê weşand:

Ezmanê Peravên Rojava yên Amerîkaya Bakur veguherîne yên herî qirêj ên cîhana me kir manşet.

Dûmana ku ji daristanên dişewitin hildikişe, ezmanên gelek bajarên li herêmê tarî kirin.

Kîm Kardaşshian jî tevlî kampanya boykotkirina Facebook û Îstagramê bû.

Kardashiyan û bi deshan navdarên din ên cîhanî diyar kirin ku ji bo protestokirina şaşagahdarkirin û propogandayên li ser medya civakî, ew ji bo 24 saetan hesabên xwe yên Facebook û Instagramê digirin.

Kardaşiyan di peyama xwe de sedema tevlîbûna xwe ya boykotê wiha anî ziman:

Ez nikarim bêdeng bimînim li himberî van platformên ku çavên xwe ji propagandayên şaşagahdarkirina bi nefret re bigirim. Ji ber ev yek tesîreke xirab li demokrasiyê û hilbijartinan jî dike.

Rojnameya Le Figaro peymana Îsraîlê bi Emîrat û Bahreynê ya li Qesra Spî hat îmzekirin, tevê dîmenê heyetê kir manşet.

Nûçe bi vê manşetê hat belavkirin:

Îsraîl, Emîrat, û Bahreynê peymaneke dîrokî li Qesra Spî îmze kir.

Di dîmenê de jî serokê DYAyê, wezîrên karên derve yên Emîrat û Bahreynê û serokwezîrê Îsraîlê cih digirin.

Almanya wê 1,500 koçberên din ji yûnanistanê bîne cem xwe xwe.

Ev manşeta ajanda nûçeyan a Deutsche Welle ye.

Ajans xwe dispêre çavkaniyên hukûmeta serokwezîr Angela Merkel û dibêje ji penaberên kampa Lesbos ên li kolanan dijîn, wê hezar û pênc sed kes li Almanyayê bên bicihkirin.

Euronewsê wêneyê pêşî yê li nexweşxanê yê lîderê muxelefeta rûs Navalny tevî nûçeya bi vê manşetê belav kir:

Lîderê muxelefeta rûs Aleksî Navalnî ku bi jehrkirinê ketibû komayê, êdî bi ser xwe ve tê û bê makîna baweşînê nefesê dide û distîne.

Piştî bi ser xwe ve hat Navalnî ev peyam da:

Ez hê jî bi zehmetî xwe dilivînim, lê belê doh tevahiya rojê min dikarî nefesê bidim û bistînim.

Cara pêşî doktorên alman diyar kiribûn ku Navalnî hatiye bijehrkirin û ev teza wan vê heftiyê jî ji aliyê pisporên fransî û swêdî ve hat piştrastkirin.

France 24ê girtina rojnamevanekî cezaîrî weke nûçeyeke sereke ragihand.

Nûçe bi kurtî wiha ye:

Rojnamevanê cezaîrî Xalid Drarenî ji ber nûçeyeke ku nivîsandibû du sal ceza lê hat birrîn.

Komên mafên mirovan bang lezgîn a azadiyê kirin û ji hukûmeta cezaîrî xwestin dawî li zexta li ser rojnamevanan bîne.

Darenî yê 40 salî û edîtê malpera nûçeyan a bi navê Kaşba Trîbûn ji ber ku nûçeyek li ser xwepêşandana tevgera gelê berber Hirak weşandibû, dihat darizandin.

Darenî bi îdîaya ku bi nûçeya xwe zirar daye yekîtiya neteweyî ceza lê hat bîrrîn.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv