Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojeva çapemeniya cîhanê

 

Yek ji mijara sereke ya çapemeniya Erebî şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê bû..

Sky Newsê derbarê aloziya Karabaxê de, bi vê manşetê cih daye daxuyaniya srokê Ermenistanê Armên Serkîsyan:

Destwerdana Tirkiye, wê rê li pêşiya komkujiyan veke…

Serkîsyan di hevpeyvîna taybet a bi kenala Sky Bewsê re got; Azerbêcanê dest bi şer û êrîşan kir, alozîş bi şer çaresrnabe.

Serkîsyan di berdewamiya axaftina xwe de got, bi destwerdana aliyê sêyemîn ango Tirkiyê, alozî kûrtir bû û weha dewam kir:

Tirkiye ji bo destekdayina Azerbêcanê, bi hezaran çeteyên tûndrew û terorîst, şandin herêmê. Şandina çeteyan ne tenê Ermeniyan aciz dike, Rûsya û tevahiya raya giştî ya navnetewî di nava mitaleyan de ye.

Eşerq El-Ewset jî bi nûçeykê bal kişanidye ser helwesta hevbeş a Rûsya, Amerîka û Fransayê ya derbarê şerê Karabaxê de.

Nûçeya derbarê helwesta hevbeş de, bi vê manşetê hatiye belavkirin:

Şerê li Karabaxê, aramiya herêmê dixe nava metirsiyê ..

Endamên “Koma Mînskê ya ji bo aloziya Karabaxê, Amerîka , Rûsya û Fransa bi daxuyaniyeke hevbeş diyarkirin ku di şerê Karabaxê de, kesên sivîl dibin qurbanî û ev yek metirsyeke mezin li ser aramiya herêmê bi xwe re tîne.

Di daxuyaniya hevbeş a wezîrên karê derve yên Koma Mînskê de, bang li her du aliyan tê kirin ku yekser, şer û êrîşan rawestînin.

Ajnasa Îranî Mehr News jî derbarê şerê Krabaxê de, bi vê manşetê cih daye daxuyaniya wezîrê karê hundir yê Îranê Ebdul-Riza Rehmanî:

Emê rê nedin ku aramiya herêmên ser sînorê Îranê, têk biçe…

Rehmanî bi daxuyankiyekî her du aliyên şer ên Krabaxê hişyarkir û got;

Heger guleyên her du aliyan li ser xaka me bikevin, emê tedbîr û hişyariyûn dijwartir bigrin.

Rehmanî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hêzên wan ên leşkerî, herêmên sînor diparêzin, herweha ewê ti carî rê nedin ku aramiya Îranê ji ber şerê Karabaxê têk biçe.

El-Erebiyê jî derbarê aloziya Lîbyayê de di nûçeyeke xw de bal kişandiye ser hevdîtina serokê Meclisa Nûneran a Lîbyayê Eqîe Salih bi Baylozê Amerîkayê Rîçard Norland re.

Hevdîtina di navbera herd u aliyan de li paytexta Misrê Qahîre pêkhat.

Di hevdîtinê de Salih bal kişand ser giringiya yekkirina saziyên dewletê.

Herweha hin çavkaniyên dîplomasî ragihandin ku Amerîka gefa ambargoyê li her du aliyan kiriye û ji wan xwestiye ku rê li poêşiya xebatên saziyên dewletê negrin.

Piştî êrîşeke bi rokêtan, Îsraîlê bi belafiran êrîşî baregehên Hemasê kir.

Ev manşet jî di malpera El-Hurayê de hatiye belavkirin.

Li Gezayê, hêzên tevgera Hemasê bi rokêtan êrîşî hin herêmên Israîlê kirin, piştî êrîşê, yekser belafirên şer ên Israîlê navendeke Hemasê ya li başûrê Gezayê bomberbarankirin.

Di bombebaranê de, ti kesan jkiyana xwe jidest neda, lê gelek wendahiyên madî çêbûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku cara dawî û piştî morkirina peymana aştiyê bi ÎŞmaratê re, tevgera Hemasê di 15 Eylûlê de, hin rokêt avêtibûn xaka Israîlê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv