Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojeva Çapemeniya Cîhanê

 

 

MANŞETÊN ROJNAME, KOVAR Û TV’YÊN NAVNETEWEYÎ

Di çapemeniya Cîhanê de îro kîjan mijar derketin pêş.

Niha jî em li nûçeyên balkêş ên rojname, tv, malper û ajansên nûçeyan ên navneteweyî binêrin.

Hindistanê 740 ton madeyên kîmyewî yên bûn sedemê hilweşîna Beyrûdê, desteser kirin.

Ev manşeta nûçeyeke sereke ya Reutersê ye.

Rayedarên hindistanî yên gumrukê konteynireke bi ammonium dagirtî zeft kirin.

Tê diyarkirin ku di konteynirê de 740 ton amoniyum hebû.

Rayedar didin zanîn ku ev amoniyum ji heman cureyê madeya kîmyewî ye ku berî çend rojan lîmana Beyrûdê pê hat hilweşandin û bû sedemê mirina zêdetirî 140 kesî.

Deutsche Welle li ser lêpirsîna têkildarî teqîna Beyrûdê nûçeyek bi vê manşetê ragihand:

Rayedarên Libnanê hin karker kirin binçavan û îpotek danîn ser malûmilkên wan.

Di çarçoveya tesbîtkirina sedemên teqîna lîbana Beyrûdê de, lêpirsînê destpê kir.

Û tê diyarkirin ku 16 karekerên li lîmanê dixebitîn, hatin binçavkirin.

Li gorî rayedaran wê lêpirsîn were berfirehkirin û kesên weke sûcbar tên dîtin wê heta dawiya lêpirsînê malûmilkên wan jî bên îpotekkirin.

Rojnameya Le Figaro jî li ser rewşa dawî ya bajarê Beyrûd nûçeyek bi vî sernavî weşand.

Beyrûdî bi xwe li hev xwedî derdikevin û hewl didin bi destê xwe birînên xwe bipêçin.

Bi hezaran dilxwazên ji bajarên din ên Libnanê herîn Beyrûdê, ji bo li mexdûran xwedî derkevin xwe birêxistin dikin û bi hawara bajêr ve dibezin.

Newsweekê daxuyaniyeke şêwirmendê berê yê ewlekariya neteweyî yê Qesra spî John Boltin a der barê Îranê de deranî pêş.

John Bolton dibêje, divê rêveberiya amerîkî Ayetullahên Îranê ji desthilatiyê daxin û rêveberiya wê derê radestî gel bikin.

Şêwrimendê berê yê ewlekariyê; serokê amerîkî Donald Trump di mijara Îranê de rexne dike û dibêje, Trump li himberî deshilatdarên Îranê pir nerm tevdigere.

Jerusalem Postê li ser xebatên peydekirina derziya koronayê nûçeyek bi vî sernavî weşand:

Enstîtuya biyolojiyê ya Îsraîlê, li ser mirovan wê dest bi testkirina derziya vîrusê bike.

Serokê Enstîtuyê Profesor Şamuel Şapîra got:

Emê piştî tatîlê derziyê test bikin ji bo bizanin ka çiqas bi ewle û bi tesîr e. Di destê me de berhema derziyê ji niha ve heye.

Ewronewsê bi nûçeyekê hewl daye mezinahiya felaketa li Beyrûdê bi fotoyan raxe pêş çavan.

Malperê ji bo hilweşîneriya teqînan baş bê dîtin, li tenişt fotoyên piştî teqînan ên lîmana Beyrûdê fotoyên wê yên beriya teqînan jî weşandin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv