Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojeva çapemeniya Ereb 19.10.2020

 

Beşek mezin ji çapemeniya Ereb îro cih daye siyaseta Tirk û destwerdana wê li herêmê..

EL EREB
TIRKIYÊ BI SIYASETA KOMPLOYÊ HEWL DIDE XWE JI PIRSGIRÊKA QEREBAXÊ DÛR BIXE

Rojnameya El Ereb di hejmara xwe a îro de analîzek têkildarî destwerdana Tirkiyê li şerê Qerebaxê bi vî sernavî weşandî ye:

Tirkiyê bi siyaseta komployê hewl dide xwe ji pirsgirêk Qerebaxê xelas bike.

Di analîzê de rewşa bi kurtî wiha tê şîrovekirin:

Tirkiyê bi israr dixwaze bibe alîyeke şerê li herêmê.

Di wextekî de ku hejmarek ji çeteyên Sûrî yên Tirkiyê şandine Qerebaxê hatine kuştin, Erdogan êrişî Amerîka, Rûsya û Fransayê dike.

Bi israr dibêje, hewldanên Gruba Mînskê wê pirsgirêkan çareser nekin.

Erdogan bi gurkirina aloziyan, difikire ku ew ê xwe ji rewşa heyî rizgar bike lê di rastiyê de her ku diçe dijminên xwe zêde dibin.

 

ŞERQ EL AWASAT
BOYKOTA EREBÎ, DOR LI ERDOGAN TENGAV DIKE

Boykotkirina malên Tirk ji aliyê gelê Erebîstana Siûdî destpêkir, belav dibe..

Rojnameya Şerq El Awasat ve rewş bi vî sernavî ragihandiye:

Boykota Erebî ya gelêrî, dor li Erdogan tengav dike.

Rojname dibêje, sedema esasî ya boykotê, siyaseta destwerdanê ya serê Tirk Erdogan e û radighîne ku boykot li Tûnis, Iraq, Mexrib û Urdûnê jî beldav dibe.

Di nûçeyê de tê gotin, ji ber siyaseta Erdogan a zindîkirina serdema Osmanî, hişt ku darbeyeke giran li aboriya Tirkiyê bikeve…

 

EL QUDÛS EL EREBÎ
TIRKIYÊ AMADEKARIYA VALAKIRINA BAREGEHA XWE A HERÎ MEZIN DIKE

Rojnameya El Qudûs El Erebî îdîa kir ku Tirkiyê li herêma Bakur-rojavayê Sûrî amadekariya valakirina baregeha xwe a herî mezin dike.

Rojname nûçeya xwe dispêre agahiya çavkaniyên ji herêmê û wiha dibêje:

Li ser rêya Heleb û Şamê, artêşa Tirk roja Yekşemê dest bi jihevxistina baregeha xwe a li herêma Morik kir.

Ev yek weke gava pêşî ya vekişîna Tirkiyê ji herêma Idlib û derdora wê hate binavkirin..

Li gorî pispor û çavdêran, ev tevgera Tirkiyê wê beramberî berfrehkirina hebûna wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî be..

Di vê warî de jî daxwaza Tirkiyê ya dagirkirina Til Rifat û Minbicê tê bibîrxistin.

 

EL XELÎÇ
TEVGERA LEŞKERÎ YA TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ ZÊDE BÛ

Rojnameya El Xelîç radighîne ku dewleta Tirk tevgera xwe a leşkerî li Lîbyayê zêde kiriye..

Di nûçeyê de tê gotin, hejmareke zêde ji balafirên Tirk li Trablûs û Misratayê danîne..

Li gorî şahidan, di balafiran de hejmareke nû ji çeteyên Sûrî hene..

Rojname cih daye hişyariya pisporên leşkerî jî û dibêje, dewleta Tirk li derdora bajarê Cufrayê di nava tevgereke provokatîf de ye.

 

EL ZEMAN
KOMKUJIYA FERHATIYÊ, WUJDANA IRAWQIYAN ÊŞAND

Rojnameya EL Zeman a Iraqî manşeta xwe a îro ji bo komkujiya li dijîe komeke ciwanên eyaleta Selaheddîn veqetandiye û bi vî sernavî dernaî pêş:

Komkujiya Ferhatiyê, wijdana Iraqiyan êşand.

Di nûçeyê de tê bi bîrxistin ku roja Şemiyê 12 ciwanên herêma Ferhatiyê ji aliyê komeke çekdar ve hatin revandin..

8 ji wan hatin kuştin û aqûbeta ên mayî jî ne diyar e..

Ji kuştina ciwanan, çekdarên Şîa ên binavê Ehil El Heq têne sûcdarkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv