Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojeva çapemeniya Erebî

 

Çavkaniyeke dîplomasî ji El-Erebiyê re ragihand ku Makron ji hêzên siyasî yên Libnanê xestiye ku di nava 3 hefteyan de, peymaneke siyasî ya nû di nava xwe de pêk bînin.

Îlaf jî bi vê manşetê cih daye daxuyaniya serokê Partiya pêşvero ya Sosyalist a Libnanê Weîld Canpolat:

Hilweşandina hikumetê, wê bibe serketina li dijî koma çeteyan, pêwiste wezîrên hikumetê werin bidarvekirin..

Canpolat di daxuyaniya xwe de diya pêwistiya Libnanê bi qanûneke ne mezhebî heye, herweha banga darizandina hikumetê kir û weha dewam kir:

Divê komîteyek lêpirsîn û lêgerînê ya navnetewî were avakirin, ez ti şîretan li hikumetê nakim, ez banga bidarvekirina wezîran dikim.

Li Libnana birîndar, Erdogan pêşniyarên bi goman dike…. hemwelatiya Tirkiyê pêşkêşî beşekê ji civakê dike.

Wezîrê karê derve yê rêjîma AKP Mewlûd Çawîşoglu piştî serdana Libnanê ragihand ku ewê hemwelatiya Tirkiyê bidin Turkumenên Libnanê û weha got:

Emê destekê bidin merivên xwe yên Tirk û Turkumen ên li Libnanê û tevahiya cîhanê, li gorî fermana Erdogan; birayên me yên ku dibêjin em Tirk in, emê mafê hemwelatiya Tirkiyê bidin wan..

Cîgirê serok komarê Îranê Ishaq Cihangîrî, wê îro serdana Libnanê bike.

Ev nûçe jî di ajansa Mehr News a Îranî de hatiye weşandin…

Cihangîrî wê di serdana xwe de , bi serok komarê Libnanê, Mîşal Ewn, serokê Parlemanê Nebîh Birrî û serokwezîr Hesan Diyab re hevdîtinan pêk bîne.

Baylozê Îranê li Beyrûtê Mihemed Celal Fîroznya jî ragihand ku; di prosêsa jinûve avakirina Libnanê de, wê Îran roelek çalak bike.

Li ser lîstokên qirêj ên dewleta Tirkiyê li Sûriyê, rojnameya Eşerq El-Ewset bi vê manşetê nûçeyek belavkiriye:

Tirkiye ji bo çeteyên xwe yên li Sûriyê, rêveberiyeke siyasî ya hevbeş ava dike.

Di bin navê ‘ Navenda operasyonên mertalê aştiyê ‘ de, rêjîma AKP nevendeke hevbeş ji bo hemû çeteyên xwe yên li Sûriyê ava kir.

Herweha hat eşkerekirin ku efserê Tirk Hakan Oztekînfermandariya vê navendê de, wê serkêşiya navendê bike.

Hemû herêmên bakurê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, wê di bin fermandariya vê navendê de, werin birêvebirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv