Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojeva Çapemeniya Erebî

 

ÇAPEMENIYA EREBÎ
NÛÇE Û RÛDANÊN DI ÇAPEMENIYA EREBÎ DE DERKETINE PÊŞ

El-Erebiyê derbarê destwerdana Tirkiyê ya Li LÎbyayê de bi vê manşetê nûçeyek weşandiye:

Bi peymanên guman û milyonan endamên Ixwan El-Muslimînan… Tirkye xwe ji bo cenga Sirtê amade dike..

Piştî serdana wezîrên parastinê yên Tirkiye û Qeterê ji bo Terablusê, yekser rêveberê Istixbarata Misrê Xalid Micawir jî serdana Lîbya ki û bi fermandarê artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter re civiya.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku Tirkiye, bi pereyên Qeterê xwe ji bo êrîşa li dijî Sirtê amade dike.

Mijara sereke ya ku bi rayedarên Misrê re gotûbêj dikin, cenga Sirtê ye.

Li gorî agahiyên ku El-Erebiyê bidestxistine, ji bo fînansekirina êrîşa li dijî Sirtê, Tirkiye beriya çend rojan Milyarek û 700 milyon dolar ji Ixwanên Ewrupayê berhevkirine.

Sky Newsê jî derbarê heman mijarê de, ev manşet daye.

Buhayê destekdayina Tirkiye ji bo hikumeta El-Serac, 35 Milyar dolar e.

Peymanên bazirganî yên di navbera Tirkiye û El-Serac de, wê rê li pêşiya fîrmayên Tirk veke ku derbasî bazara Lîbyayê bibin.

Di nûçeyê de tê gotin ku di encama peymanan de, wê piraniya bazara aborî bikeve destê Tirkiyê û 35 milyar dolar qezenc kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jî eşkere kiribû ku berî niha jî hikumeta El-Serac 12 Milyar dolar radestî rêjîma Erdogan kiribû.

El-Hura jî bi nûçeyekê bal kişandiye ser sedema dirêjkirina serdana serokwezîrê Iraqê El-Kazimî ya ji bo Amerîkayê.

Dihat payin ku serdana El-Kazimî êvara Înê piştî hevdîtina bi Trump re bidawî bibe.

Lê çavkeniyekê ji şandeya serokwezîrê Iraqê eşkere kir, ku El-Kazimî wê sibeha Şemiyê hevdîtinê bi seroka Meclisa nûneran a Amerîkî Nansî Pêlosî re pêk bîne, lewra jî serdan hatiye dirêjkirin..

El-Kazimî balkişand ser giringiya serdanê û got;

Hevkariya stratejîk a bi Amerîkayê re gelekî giring e, her wiha hikumeta wî amade ye ku li Iraqê rê li pêşiya fîrmayên Amerîkayê veke.

 

Îlaf jî bi vê manşetê nûçeya Kuştina du çalakvanên jin li bajarê Besra yê Iraqê, belav kiriye:

El-Kazimî gef li kujeran xwar, her wiha bang kir ku parêzgehê ji kujeran paqij bikin.

Li bajarê Besrayê hin çekdarên ne nas, êrîşî maşîneya çalakvana tendûristiyê Dr. Riham Yaqûb kirin û gulle lê reşandin.

Riham Yaqûb û jineke din a çalakvan yekser jiyana xwe jidest dan, 2 jinên din ên di maşîneyê de ji kuştinê filitîn.

Serokwezîrê Iraqê El-Kazimî ji Waşîngtonê gef li kujeran xwar.

Perlementer Ednan El-Zurfî jî bang li hikumetê kir ku ji bo paqijkirina parêzgehê ji kujeran, dest bi operasyonên leşkerî bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di van demên dawî de, li herêma Besrayê gelek çalakvanên siyasî, endamên sazî û rêxistinên mafê mirovan, ji aliyê çekdarên nenas ve tên kuştin.

 

Eşerq El-Ewset bi van gotinên berdevka Dadgeha Navnetewî ya ‘El-Herîrî’ Wecid Remedan nûçeyek belav kiriye:

Biryara dadgehê ne ya dawî ye, derbarê cezakirinê de hîna zûye ku em texmînan bikin..

Wecid Remedan eşkere kir ku biryara dadgeha Lahayê ya sûcbarkirina endamê Hizbullahê Selîm Eyaş bi kuştina El-Herîrî, ne biryara dawî ye, li pey vê biryarê hîna 3 gavên din hene.

Ji ber ku bersûc di dadgehê de ne amade bûn, pêwiste serokê dadgehê destpêkê bi awayekî fermî biryarê bişîne ji hikumeta Libnanê re. Paşê jî wê hikumeta Libnanê biryarên dadgehê radestî bersûcan bike.

Li ser kiryarên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê, malpera Rêxistina Sûriyê ya Şopandina Mafê Mirovan bi nûçeyekê eşkere kir ku çeteyan 6 welatî revandine.

Çeteyên ‘Ceyş El-Wetenî’ yên girêdayî dewleta Tirk, êrîşî malên welatiyên gundê Ereb Şêxo yê navçeya Mabata kirin û 6 welatî revandin.

Çeteyan piştî ku fîdyeya pereyan wergirtin, 3 welatî berdan, çarenûsa 3 welatiyên din ne diyar e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv