Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Rojeva çapemeniya Erebî

 

 

Eşerq El-Ewset derbarê aloziya Lîbyayê û agirbesta ku ji aliyê hikumeta El-Serac ve hatiye ragihandin, bi van gotinan cih daye daxuyaniya berdevkê fermî yê artêşa Hefter, Ehmed El-Mismarî:

Agirbesta El-Serac ji bo propogandayê ye, teksta wê jî li paytexteke din hatiye nivîsandin..

Roja Înê hikumeta El-Wîfaq a girêdayî rêjîma ERdogan bi daxuyaniyekê banga agirbestê li seranserî xaka Lîbyayê kiribû, herweha hat xwestin ku bajarên Sirt û El-Cefra bibin weke du bajarên bê çek.

Derbarê agirbestê de, berdevkê artêşa Lîbyayê El-Mismarî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku armanca hikumeta El-Serac bi vê agirbestê, xapandina raya giştî ya herêmî û navnetewî ye.

El-Hura jî bi nûçeyekê bal kişandiye ser vekişandina hêzên koalîsyona navnetewî ji baregeha El-Tacî ya Iraqê.

Berdevkê navenda operasyonên hevbeş li Iraqê Tehsîn El-Xefacî ragihand ku koalîsyona navnetewî navenda 8″an a baregeha El-Tacî, radestî hêzên Iraqê kiriye.

El-Xefacî di axaftina xwe de eşkere kir ku navenda 8″an a baregehê ji bo pûerwerdeya hêzên Iraqî dihat bikaranîn.

El-Xefacî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku, ji bo radestkirina navendên din ên baregehê, planek hatiye amadekirin…

El-Erebiyê jî derbarê nerazîbûnên gel li dijî gendeliya deselatdaran li Iraqê bi vê manşetê nûçeyek belavkiriye:

LI bajarê Besrayê, xepêşandêran banga ‘jierkqewitandina’ waliyê herêmê kirin…

Çalakger li pêşiya avahiya şaredariya Besrayê civiyan û bi duruşmeyan banga jikarqewitandina waliyê Besra Esed El-Îdanî kirin.

Wezîrê karûbarên hundir Osman El-Xanimî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku bi armanca girtina kujeran û pêkanîna ewlehiyê, wan hêzeke leşkerî ya taybet şandine Besrayê..

Sky Newsê jî bi nûçeyekê bal kişandiye ser serdana wezîrê karê derve yê Amaerîkayê Mayk Pompêyo ya ji bo Sûdanê û diyar kir ku mijara sereke wê têkiliyên bi Israîlê re be.

Di van rojên pêşiya me de, Pompêyo wê serdana Sûdanê, Israîl, Îmarat û Behrênê bike.

Wezareta karê derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Pompêyo wê bi serokwezîrê Sîdanê Abdullah Hemdok û serokê meclisa leşkerî Ebdul-Fettah El-Burhan re bicive.

Di civînê de, wê mijara hevdîtin û peymana aştiyê bi Israîlkê re were gotûbêjkirin.

Îlaf jî li ser binpêkirina mafê azadiya ramanê û êrîşên li dijî rojnamavenan û dezgehên ragihandinê li Başûrê Kurdistanê, bi vê manşetê nûçeyek belavkiriye:

Kurdistanê Iraqê, ji navendeke hembêzkirina azadiya ramanê, veguherî navenda çewsandina sîstematîk a dezgehên ragihandinê..

Di nûçeyê de tê gotin ku Başûrê Kurdistanê di demên buhurî de, weke navenda parastin û hembêzkirina kesên azadîxwaz û rojnamevanan bû.

Lê di van salên dawî de, êdî bûye navenda çewsandin û binpêkirina azadiya ramanê, bi taybetî jî bal tê kişandin ser êrîşên li dijî dezgehên ragihandinê û girtin û kuştina rojnamevanên xwedî helwest.

Malpera rêxistina Sûriyê yaa şopandina mafê mirovan weke hergav bi nûçeyekê bal kişandiye ser hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li Efrînê.

Çeteyên koma bi navê ‘Sultan Muhemd Fatih’ li gundê Korkana Jorîn ê Efrînê, êrîşî mala hemwelatiyekî Kurd kirin.

Ji ber ku beriya dagirkeriya dewleta Tirk, hevjîna wî di Komuneke rêveberiya xweser de dixebitî, çeteyan ji wî xwestin ku hevjîna xwe radestî wan bike.

Hevjîna welatiyê Kurd niha li bajarê Helebê dijî, çeteyan ji hevjînê wê xwestin ku di nava demeke kurt de, hevjîna xwe radestî wan bike, yan jî ewê mala wî desteser bikin.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv