Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Rojeva Çapemeniya Erebî

 

Ka em li çapemeniya Erebî binerin..

Di çapemeniya Erebî de îro kîjan nûçe îro derketine pêş..

El-Hura derbarê rewşa bobelat a Libnanê piştî teqînan, bi vê manşetê cih daye gotinên waliyê Beyrûdê Merwan Ebûd:

Piştî teqînê, 300 hezar kes bê cî û war man…

Ebûd eşkere kir ku di encama teqînê de, nîvê herêma bendera Beyrûdê bi temamî hilweşiya ye û got; bi qasî 3 heta 5 Milyar dolar xisar li herêmê bûye..

Di vê navberê de, gelek welatiyên Libnanê li ser medya civakî bi vê Haştagê banga darizandina kesên sûcdar kirin:

‘Sêdarên bidarvekirinê amade bikin’

Çalakgeran daxwaz kirin ku hemû berpirsyarên dewletê, werin darizandin.

El-Qebes jî bi vê manşetê cih daye biryara dadgeha Navnetewî ya Laheyê:

Dadgehê, eşkerekirina biryara derbarê doza kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq El-Herîrî de, ji bo 18’ê Tebaxê lipaşxist..

Li gorî ku hatibû plankirin, pêwist bû dadgeha navnetewî, roja 7 tebaxê biryara xwe ya derbarê kuştina El-herîrî de eşkere bikira.

Lê ji ber teqîna dawî ya li Beyrûdê, eşkerekirina biryarê ji aliyê dadgehê ve hat lipaş xistin.

Serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq El-Herîrî di sala 2005’an de, di encama teqîneke gelekî mezin de hatibû kuştin.

Ji ber kuştina El Herîîr 4 endamên Hizbullahê tên darizandin.

Skye Newsê jî bi nûçeyekê eşkere kir ku serok-komarê Fransa Emanuel Makron, wê serokê pêşî be yê ku piştî bobelata teqînê, serdana Libnanê bike.

Buroya Makron bi daxuyaniyekê ragihand ku serok-komar wê roja pêncşemê ango îro, serdana Libnanê bike.

Serokkomarê Fransayê wê di serdana xwe de hevdîtinê bi hemû rêveberên partiyên siyasî yên Libnanê re bike.

Rayedarên Fransayê ragihandin ku wan bi sedan ton alîkarî şandine Libnanê.

Her wiha bi dehan pisporên rewşa awarte jî ji bo destekdayinê gihandine Libnanê.

El-Siyase jî bi vê manşetê bal kişandiye ser raporeke stratejîk ya Enstîtuya Amerîkî ya parastina demokrasiyê:

Hizbullah dudiliya ‘ikilemi’ ‘Dilemma’ Libnanê, pêwistiya vî welatî bi 93 Milyar dolar heye…

Di rapora Enstîtuya Amerîkî de tê gotin ku di têkbirin û hilweşandina Libnbanê de, rola Îranê û Hizbullahê, rola sereke bû û wiha dewam dike:

Bi hebûna Hizbûllahê di deshilatdariya Libnanê de, peydakirina van pereyan, ne mumkin e.

El-Erebiyê jî li ser destwerdana Tirkiyê ya di Lîbyayê vê manşetê daye:

Di merasîma Leşkerî ya li Terablusê de, li tevlîbûna çeteyan temaşe bikin…. Di merasîmê de, gelek wêneyên Erdogan jî diyar dibin.

Dîmenên vîdyoyê ji aliyê hin malperên çeteyên Sûriyê, yên girêdayî rêjîma Erdogan ve, hatine belavkirin..

Di dîmenan de bi sedan çeteyên ji Sûriyê yên girêdayî Tûgaya ‘Şah Siltan Silêman’ bi duruşmeyan dilsoziya xwe ji Erdogan re vedibêjin.

Di dîmenan de, alên çeteyên Sûriyê, Tirkiye û wêneyên Erdogan baş diyar dibin.

Îlaf jî bi vê manşetê cih daye daxuyaniya Qesra Sipî ya Amerîka derbarê aloziya Lîbyayê de:

Hebûna leşkerên biyanî li ser xaka Lîbyayê, ji aliyê Qesra Sipî ve hat şermezarkirin…

Di daxuyaniya şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Serokê Amerîka, Robert Obrayn de wiha tê gotin:

Amerîka, hebûna komên çete û şervanên kirêgirtî li ser xaka Lîbyayê bi tûndî şermezar dike, di şerê navxweyî yê li Lîbyayê de, wê ti alî bisernekevin..

Robert Obrayn weha dewam kir:

Li Lîbyaya ku bi petrolê dewlemend e û xwedî erdnîgariyeke stratejîk e, wê şerê hêzên navnetewî tenê malwêranî û bê aramiya tevahiya herêmê bi xwe re bîne.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv