REWŞ GIRAN BÛYE, RÊVEBERIYA ENQERÊ XWE KERR KIRIYE
Rewşa parêzer Ebrû Tîmtik û Aytaç Unsay ku di rojiya Mirinê de ne her saniye girantir dibe.
2 Parêzer, parêzvanên mafê mirovan, ji bo pergaleke adil di rojiya mirinê de ne.
Parêzer Ebru Tîmtîk 236, Aytaç Unsal jî 207 rojin li berxwe didin.
Dewleta Tirk û dadgerên xwe li Ebru Tîmtîk nêzî 14 sal û li Aytaç Unsal jî, nêzî 11 sal ceza birîne.
Her du Parêzer ji bo darîzinek adil bi canê xwe li dijî pergala rejîma Erdogan têdikoşin,
Rewşa her du berxwedêran metîrsîdar e û her saniye girantir dibe.
Ji ber rewşa wan a giran, saziya tipa edlî ya Stenbolê jî rapora nikarin li zindanê bimînin dane.
Di heman demê de saziyên cûr be cûr bi çalakî û daxuyaniyan banga serbest-berdana wan dikin.
Komek parêzerên Belçîkî jî li ber seferetxaneya Brûkselê ji bo her 2 parêzeran çalakî kirin.
Dewleta Tirk li hemberî berdan û darîzîna adil xwe kerr kiriye.
Ev helwest jî, fikarên raya giştî ya li ser jiyana her du berxwedêran zêde kirine.