Ev demeke dirêj berxwedana gerîlayên HPG’ê li hember Artêşa Dewleta Tirk didome. Dewleta Tirk hemû hêz û teknolojiya şer hewl dide encameke mezin bi dest bixe. Lê hata niha nikare gaveke pêş de bavêje.
Herî dawî êdî artêşa Tirk cerdevanên Şirnex û gelek deverên din ên Bakurê Kurdistanê tîne Heftanînê û li eniyên pêş ên şer bi cih dike.
Rojanamevan Çinar Goktaş, ji eniya berxwedanê Heftanînê agahiyên dawî ragihand û diyar kir ku Êdî artêşa Tirk cerdevan ji Şirnex û gelek herêmên Bakurê Kurdistanê tîne Heftanînê.