QUMARA LI SER ŞENGALÊ
FERMAN MIHEMED / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
Sala 2014ʼan, bi hatina çeteyên DAIŞʼê re ji bo Kurdan derfeteke nû peyda bû. Nexasim jî ji ber ku Kurdan hem eskerî û hem jî siyasî hev girt. Gerîlayan û qismekî pêşmerge di heman sengeran de bergiriya xak û niştimana Kurd kir, heta bi wê radeyê ku kariyan çeteyên DAIŞʼê bişikînin û desthilata Kurdî vegerînin wan navçeyên dikevin ber madeya 140ʼî hemûyan.
Lê belê dîsa ji ber siyaseta şaş û biryarên yekalî, vê carê bi birêvebirina referandûma sala 2017ʼan ya ku paşê rê li ber bûyerên 16ʼê Cotmehê vekir, ev derfet jî ji dest çû.
Ji ber ku 16ʼê Cotmeha sala 2017ʼan temamê bajarê Kekûkê, navçeyên Mexmûr, Xurmatû, Xaneqîn, Celewla, deşta Mûsilê, kete ber hukmê desthilata a Iraqê. Tenê Şengal li derveyî vê ma.
Çima Şengal?
Şengal ew bajare ku komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê têne bîra mirovan. Sala 2014ʼan bû yek ji mexdûrên çeteyên DAIŞʼê. Ji ber ku PDK û artêşa Iraqê bergiriya wan nekir, komkujiyên mezin li dijî Êzdiyan bûn. Bi hezaran Êzdî hatin qetilkirin û dîl girtin. Vê jî kir ku Şengalî êdî baweriya xwe bi van hêzan nînin, li şûna wan hezekê ji xort û keçên Êzdîxanê ava bikin.
Piştî rizgarkirinê, li derveyî îdareya Iraqê û herêmê, Şengalê bi xwe karî rêveberiyeke xweser ava bike. Ev jî baştir bû ji pêkanîna madeya 140ʼî, ji ber ku wê ji hemû aliyan re got, Şengal xaka Kurdan e û ew qumarê li ser nakin.
Di demeke dirêj de hikûmeta herêmê û ya Bexdayê nekarîn danûstandinan bibin serî. Belê, Şengaliyan di nava demeke kurt de karîn ya xwe bibin serî û alaya xwe li ser Êzdîxanê bilind bikin.