Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan Mistefa Hesen Gewre li Danîmarkayê jiyana xwe ji dest da

 

Nivîskar û Rojnamegerê Kurd Mistefa Hesen Gewre li Danîmarkayê jiyana xwe ji dest da.

Tevgera Azadî sersaxî ji malbata Mistefa Hesen re xwest û got ew ên ji bo gelê xwe têkoşiyane, wê hertim bijîn û neyên jibîrkirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Eniya Xelk, nivîskar û rojnameger Mistefa Hesen Gewre 20 rojbûn bi nexweşiya vîrûsa Korona ketibû û di bin çavdêriya bijîşkan de bû.

Gewre doh li nexweşxaneya Danîmarka jiyana xwe ji dest da.

Meclîsa Tevgera Azadî ya Silêmanî ji ber wefata Gewre peyama sersaxiyê weşand.

Tevgera Azadî sersaxî ji malbata Mistefa Hesen re xwest û got ew ên ji bo gelê xwe têkoşiyane, wê hertim bijîn û neyên jibîrkirin.

Di dewama peyamê de wiha tê gotin;

Mistefa Hesen Gewre mirovek azadîxwaz bû. Hertim parastina mafê gel dikir. Em bi bihîstina wefata Gewre gelek xemgîn bûn. Destpêkê sersaxî ji malbat û hevalên wî re dixwazin. Pêşmergeyek dêrîn, çalakvanek sivîl, kesayetek civakî, rexnevanek bêtirs û xwedî îdare bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv