Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan Kerem Çftçî derbarê êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li ser Başûr axivî

You need to specify the media tag to use Clappr!

 

Dewleta Tirk a dagirker, rojane bi balafiran bombeyan li Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Rojane Kurdistaniyan, welatparêzan qetil dike.

Tenê ji 24’ê Gulanê ve di encama êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de 6 gerîla û 5 welatpêrêz şehîd bûn.

Lê dev ji helwesteke dijber berdin, heta niha daxuyaniyek tenê jî ne ji hukûmeta herêma Kurdistanê ne jî ji hukûmeta Iraqê hatiye

Roj nîne, ku dagirkeriya dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer bombeyan li çiya û herêmên Başûrê Kurdistanê ne barîne.

Ji ber ku bêdengiya mirinê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê heye, dagirkeriya dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane zêdetir kirine.

24ê Gulanê balafirên şer ên dagirkeriya dewleta Tirk qada Şêxzade ya Xakurkê bombe kirin û 4 gerîla şehîd bûn.

26ê Gulanê jî gundê Sefrê yê bi ser Silêmanî ve hat bombekirin, 2 gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê û 3 welatparêz şehîd bûn.

Û herî dawî 30ê Gulanê balafirên dagirkeriya dewleta Tirk Çiyayê Kuro Jaro yê li herêma Behdînan bombe kirin.

Di vê êrişê de jî welatparêzên bi navê Celal Nûredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal şehîd bûn.

Tenê di nava 5 rojên dawî de di encama êrişên dagirkeriya dewleta TIrk de li dijî Başûrê Kurdistanê 11 Kurd şehîd bûn.

Li hemberî van êrişên qirkirinê bêdengiyeke ciddî heye, ku wê rê li ber êrişên mezintir jî veke.

Heta niha dev ji helwesteke dijber berdin, ne ji hukûmeta herêma Kurdistanê, ne ji ti partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Her wiha hukûmeta Iraqê jî ti daxuyanî neda ye û refleksek li hemberî vê dagirkeriyê nîşan ne daye.

Rojnamevan Kerem Çiftçî bi awayekî zindî tevlî bernameya Nîvroj bû û vê mijarê nirxand.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv