ROJNAMEVAN QEHREMAN ŞUKRÎ ZEYNEDÎN
LI DIHOKÊ JI ALIYÊ HÊZÊN PDK’Ê VE HAT BINÇAVKIRIN
Çekdarên PDK’ê li komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê, bi ser mala rojnamevan Qehreman Şukrî Zeynedîn girtin.
Çekdarên PDK’ê kel û pelên di nava malê tevlîhevkirin û heqaret li ferdên malbatê kirin.
Paşê jî rojnamevan Qehreman Şukrî kirin binçavan û birin cihekî nediyar.
Ev dîmenên ku li mala Qehreman Şukrî û dikana wî derketin holê ji kirinên hêzên dewleta Tirk a dagirker ne cûda ne.
Qehreman Şukrî di 27’ê Hezîrana 2020’an de jî dema serhildana xelkê Şêladizê ya li dijî dewleta Tirk dişopand hatibû girtin.
Piştî 98 rojên zîndanê, bi kefaleta 10 milyon dînarê Iraqê hatibû berdan.
Wê demê Qehreman Şukrî 30 rojên destpêkê di hucreyeke yek kesî de hatibû hiştin û êşkence lê hatibû kirin.