Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan û şoreşger Gurbetlî Ersoz

 

 

ROJNAMEVAN Û ŞOREŞGER GURBETELLÎ ERSOZ DI 7’Ê COTMEHA SALA 1997’AN DE BEŞDARÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛ

Gurbetelli Ersoz..

Îro roja salvegera şahadeta Rojnamevan û şoreşera Kurd Gurbetellî Ersoz e.

Gurbetellî Ersoz ku li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yekemîn edîtora jine piştî ji girtîgehê tê berdan berê xwe di de çiyayên Kurdistanê

Rojnameger û tekoşera jin di sala 1997an wek îro tevî 26 hevalên xwe li Başûrê Kurdistanê di şerê birakujiyê de hat şehîd kirin.

Gurbetelli Ersoz, di 1965 de li navçeya Elezîz Palû hat dinê.

Piştî ku perwerdeya xwe temam kir, li zanîngeha Çukurova di Fakulteya Kimyayê de weke lêkolîner dest bi xebatê kir.

Gurbetelli, di van salan de bi riya “kovara Hedef” têkoşîna azadiyê û şoreşgeran nas dike.

Dema di sala 1989 de hat girtin, 24 salî bû.

Piştî 4 mehan Ersoz hat berdan û li Rojnameya Gundemê dest bi kar kir.

Di van salan de, zextên dewletê li ser çapemeniya azad gelek zêde bûn.

Gurbetelli Ersoz piştî demekê di rojnameyê de bû gerînendeya giştî ya weşanê.

Lê belê çapemeniya azad di armanca dewletê de bû.

10ê Kanûna 1993an sedan polîsên dewleta tirk bi ser rojnameya Ozgur Gundemê de girtin û hemû xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin.

Hin ji van rojnamevanan hatin berdan, lê Gurbetellî Ersoz û 17 kedkarên rojnameyê hatin girtin.

Piştî êşkenceya 13 rojan, 23ê Kanûna 1993an, hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Piştî 6 mehan Ersoz hat berdan, lê vê carê bi gefên kontrgerîla re rûbirû ma.

Ji ber vê yekê derfetên rojnamevaniyê û jiyanê jê re nema.

Tevî vê jî heya 1995an xebata xwe domand.

Û di havîna heman salê de berê xwe da çiyayên azad.

1997 weke rêvebera biryargeha YAJKê wezîfe meşand.

Hem milîtan, hem jî fermandarê lêgera azadiya jinê bû Gurbetellî.

Gurbetellî 7ê Cotmeha 1997an, di encama operasyona hevpar a PDK û artêşa tirk de, tevî 26 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.

Gurbetelli Ersoz li pey xwe jiyanek kurt û tijî tekoşîna azadiyê hişt.

Îro bi hezaran jin li ser şopa wê tekoşînê didomînin.

Ev jî hatin dîtin

Li Helebê bi hezaran kes li dijî dewleta tirk û çeteyên wê meşiyan 27.01.2021

Stêrk Tv

James Jeffrey ji DW re axivî: Di mijara Sûrî de Amerîka û Tirkiyê hem fikir bûn 27.01.2021

Stêrk Tv

Gulistan Çiya Îke: Divê hevkariya PDK’ê were dîtin 27.01.2021

Stêrk Tv

Farûk Sakik: Çima ‘Azadiya Ocalan’ 27.01.2021

Stêrk Tv

Aysel Avesta: Rêxistin, yekîtî û berxwedan 27.01.2021

Stêrk Tv

Serragêrayîya 6ine ya Kobanê 26.01.2021

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!