Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan û têkoşerê Kurd Mehmet Aksoy di 26`ê Îlona 2017`an li Reqa şehîd bû 26.09.2020

 

MEHMET AKSOY-FÎRAZ DAG

ROJNAMEVAN Û TÊKOŞERÊ KURD 26’Ê ÎLONA 2017’AN LI REQA ŞEHÎD BÛ

 

Îro salvegera 3’an a şehadeta têkoşerê Kurd Mehmet Aksoy, Fîras Dag e..

Ew Rojnamevan, Derhener û endamê Ragihandina YPG’ê bû..

Roja 26ê Îlona 2017’an di Cenga Mezin a rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû.

Mehmet Aksoy bi nasnav Fîraz Dag.

Li bajarê Bakurê Kurdistanê Meletî ji dayîk bû..

Temenê wî hê biçûk bû, tevî malbatê berê xwe dide Îngilistanê û li paytext Londonê mezin dibe..

Li zanîngeha Londonê derhênerî xwend û hejmarek kurtefîlm amade kir..

Piştî fermana 3 Tebaxê li dijî Kurdên Êzdî, di agahdarkirina civaka Kurd û biyanî de mohra xwe li gelek xebatên pîroz da..

Fîraz Dag ê dilê wî bi azadiyê re hevaheng lê dida, her tim berê wî li şoreşa azadiya gelê Kurd bû.

Wî li gelek deveran behsa têkoşîna azadiya Gelê Kurd a mafdar ji ciwanên Ewrûpî re dikir..

Bi qasî hezkirina xwe ya ji bo sînema û hunerê, ewqas jî mîna dîplomatekî, rastiya gelê Kurd bi raya giştî re parve dikir..

Piştî êrişa 25’ê Nîsana 2017 ya dewleta Tirk li ser çiyayê Qereçox ku di encamê de endamên ragihandina YPG’ê şehîd bû, Fîraz biryar da biçe Rojavayê Kurdistanê.

Piştî demeke di nava xebatên Ragihandina YPG’ê de, berê xwe da qada berxwedanê li Reqayê..

Li çeperên şer, kameraya wî kêlî bi kêlî lehengtiya şervanan qeyd dikir.

Roja 26’ê Îlona 2017’an dema li ser xebatê bû, Fîraz Dag di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû..

Û bi merasîmeke mezin, cenazeyê Fîraz Dag li paytexta Îngilistan Londonê, ji aliyê malbatê, hevrê û hezkiriyên wî ve hat oxirkirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv