Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevanên li Başûr rewşa dawî ya li Garê nirxandin 28.10.2020

 

GAVA BI XETER A PDK’Ê
ROJNAMEVANÊN LI BAŞÛR REWŞA DAWÎ YA LI GARÊ NIRXANDIN

Di 14’ê cotmehê de PDK’ê hêza ku jê re dibêjin Hêza Gulan ku yekser bi Mesrûr Barzanî ve girêdaye, şand qada gundê Spîlka. Ev hêza navborî hewl dide ji Spîla heta herêma Barzan xwe bi cih bike.

Gava duyemîn a vê gava bi xeter jî di 24’ê cotmehê de pêk hat.

PDK’ê tevî Hêza Gulan Pêşmergên Roj bi maşînên bêyî plake cebilxaneyek giran veguhest bajaroka Dînartê ya bi ser Akrê ye.

Ev hêz li gundên Melkê, Dosteka, Gîsê, Girê Dînartê, Girê Mezrînganê, Girê Navxoş, Girê Difrî, Mamişmiş, gundên Asûriyan yên dikevin herêma Eşîra Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ku tevli Bernameya Taybet a televîzyona me bû. Ev hewldan weke amadekariya şer pênase kir û bal kişand ser xeteriyên bi xwe re bîne.

Ji dema ev bûyer hatiye bihîstin vir ve raya giştî ya Kurdistanê li dijî PDK’ê nerazîbûnên xwe nîşan dide û jê dixwaze dawî lê bîne.

Lê li gel van nerazîbûnan jî PDK di ya xwe de israr dike.

Rojnamevan Seyît Evran ku li Başûrê Kurdistanê van geşedanan ji nêz ve dişopîne got;

Ev hêza navborî pêşmerge nîn in. Ew hêzeke taybet a PDK’ê ye.

Seyît Evran bal kişand ser hewlesta pêşmerge jî û got; Pêşmerge ji ber ku naxwaze biçe qadên gerîla PDK van hêzên xwe yên taybet dişîne herêmê.

Seyît Evran îşaret bi hevkariya PDK û dewleta tirk jî kir û got; ji Zînî Wertê ve qadên ku PDK tehkîmatê lê dike, ji bo bihevretevgerîna PDK û dewleta tirk qadên stratejîk in. Niha bi vê gava xwe ya dawîn PDK dixwaze Garê û Metîna ji hev biqetîne.

Rojnamevan Necmetîn Salaz jî îşaret bi xeteriya vê hêzê kir û got; Tu rabî ewqas hêz û cebilxane bişînî ev tê wateya tu dixwazî şer bikî. Lê şerê di nava kurdan de wê zirarê bide hemû kurdan.

Seyît Evran bal kişand ser rola Amerîkayê jî û got: Bi vê gavê dixwazin dor li Herêmên Parastinê yên Medyayê bigirin. Ev di heman demê de parçeyek ji pîlana Amerîkayê ye ku dixwaze pê dor li Îranê bigre.

Rojnamevan Evran destnîşan kir ku ew hêza dixwest çeperan vede ji aliyê gerîla ve hatiye astengkirin lê heke ev rewş dewam bike wê şer biqewime. Ji bo ev nebe divê Mesûd Barzanî bikeve dewrê.

Rojnamevan Salaz jî got siyasetmedar û şexsiyetên xwedî heysiyet ên Başûrî dibêjin, ev gava xeter xizmetê ji dijmin re dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv