“DEM HATIYE, JI OCALAN RE AZADΔ
ROJNAMEYA JUNGE WELT RÛPELEKE XWE JI BO AZADIYA RÊBER APO VEQETAND
Sendîkaya Karkeran a Brîtanyayê ku bi mîlyonan endamên wê hene, sala 2020’an ji bo azadiya Rêber Apo kampanya bi navê “Dem Hatiye ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê Aştî” destpêkir…
Heta niha bi sedan kesayet, akademîsyen, nivîskar û xwediyên xelata Nobel û xelatên navnetewî jî beşdarî kampanyayê bûne.
Rojnameya rojane a Alman Junge Welt, rûpeleke xwe bi temamî ji bo kampanyaya sendîkaya karkeran veqetand..
Di îlana rojnameyê de, posterên Rêber Apo ên di destê endamên sendîkaya Birîtanî de û nivîsa “Ji Ocalan re azadî” cih digirin.
Beriya niha jî heman îlan ji aliyê rojnameyên Der Freitag û Die Tageszeitungê ve hatibûn dayîn..