Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
AnalîzNûçeyên Dawî

Zekî Bedran: Dixwazin bi kuştin û zordestiyê gel bêdeng bikin.

 

Zekî Bedran – Rojnamevaya Ronahî

Van rojên dawiyê li Dêrezor li pey hev çar kes hatin kuştin. Bi taybetî pêşengên gel yên ereb, yên di nava civakê de tên naskirin dibin hedefa êrişê. Bi qasî ku tê fêmkirin kesên di kuştinê de tên bikaranîn bermayiyên DAIŞê ne. DAIŞ di warê leşkerî de şkest û bi giranî ji herêmê hatin paqijkirin. Lê bi tevayî tine nebûne. Hin daketine binê erdê xwe veşartine.

Teqez wê di demên pêş de agahiyên têkildarî têkiliya DAIŞ û Tirkiyê derkevin meydanê. Tirkiye hê jî DAIŞ’ê bi kar tîne. Tirkiyê lez daye xebata xwe ya istixbaratê û di gelek milan de dixebite. Li aliyekî yekser bixwe birêxistin dike. Bi tevna dixebite ava bike mirovan dide kuştin û sabotajan dike. Bi şerekî psikolojik yê bêsînor dixebite sere gel tevlîhev bike û tevlîheviyê derîne. Dixebite ku rêveberiyên xweser bêwate bike, derbarê wan de bêbaweriyê belav bike û wan tine bike. Li milekî jî dixebite ku navbera Kurd û Ereban xerab bike. Ev lîstikeke dagîrkeran ya kevin e.

Lîstik ev e: Ji hev cuda bike, parçe bike, dagîr bike û bi rê ve bibe. Kurd, Ereb, Asutê û Suryanan yekîtî çêkirin. Van gelan DAIŞ ji herêmên xwe derxistin û rêveberiyeke demokratîk ava kirin. Nîşan dan ku mûmkin e li ser zemînekî demokratîk di nava aştiyê de yekîtî çêbe. Ev model ne ji aliye Enqere ve erênî tê dîtin, ne ji aliye rêveberiya Şamê ve.

Rêveberiya Şamê jî ku dixebite miliyetgiriya erebî xurt bike û rejima Baasê dîsa serdest bike, xebata xwe ya istixbaratî didomîne. Ew jî dixebitin rêveberiyên xweser lewaz bikin û demokrasiyê tine bikin. Di van mijaran de rejim û dagîrkerên Tirk weke hev difikirin.

DAIŞ û hêzên din yên tarî jî nasekinin, wê kuştinê bikin. Wê bixebitin bi tirsandin, fikar û şkandina hestên ewlehiyê mirov ji wan re stûyê xwe xwar bikin. Her ku gel bitirse wê bacê jê bistînin û bi wî rengî xwe fînanse bikin. Ku civak bêrêxistin bimîne wê ciwanan tevlî xwe bike û di kuştina mirovan de bi kar bîne. Ji bo wê divê hêzên ewlekariyê û rêveberî amadekariyeke baş bikin. Li hemberî DAIŞ’ê operasyon dibin û di wî milî de xebat heye. Bi qasê ku tê dîtin ev xebat têrê nake ku DAIŞ’ê di carekê de ji holê rakin.

Gelên li bakur-rojhilatê Sûriyê divê li hemberî DAIŞ’ê û dagirkeran şiyartir bin. Li şûna bêmoralî û sistbûnê divê bi biryardariyeke mezin tev bigerin û bi hêzên ewlekariyê re bi awayekî hevkar tev bigerin. Eger gel û rêveberiyên herêm, herwisa rêveberiyên ji ewlekariyê berpirs bi awayekî koordîne tev bigerin wê bi hêsanî vê belayê xelas bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv