“DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE”
ROJNEMEYÊN ÎNGÎLÎZ BI ÎLANA AZADIYA OCALAN DERDIKEVIN
Li Îngîltereyê sendîkayên ku nûnertiya bi mîlyonan karkeran dikin kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo dane meşandin bi hemû girîngiya xwe ve dibomîne.
Di çarçoveya kampanyayê de sendîkayan li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber Apo kampanya ‘Ji Abdulah Ocalan re Azadî’ îlan didin rojnameyan
Di rojnameyên Daîly Mirror, Brentwood Recorder û Wood and Wale yên Îngîltereyê îlana “Ji Abdulah Ocalan re Azadî” hatin dayîn.
14 Sendîkayên netewî yên nêzî 6 mîlyon karkeran temsîl dikin.
Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a li Brîtanyayê Elîf Sarican û Ercan Akbal, ragihandin ku wan îlan dane hemû rojnameyên sendîkayan yên li hemû herêmên welat weşanê dikin.
Di rojnameya Daîly Mîrror de bi sernava “Ji Abdulah Ocalan re Azadî” banga tevlîbûna kampanyayê hatkirin.
Dayîna îlanan ji bo hemû rojnameyên li welat didome, ji rojnameyên Brentwood Recorder û Wood and Wale re îlan hat dayîn.
Di hefteya li pêş me de jî wê medya JPI di 66 sernavên herêmî de heman reklamê biweşîne.