ROLA GERÎLA DI PARASTINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DE
GERÎLA DI DEMÊN ZEHMET DE BÊ CUDAHÎ PARASTINA GEL Û NIŞTIMAN DIKIN
PDK di heman daxuyaniyê de qaşo bersiv dide daxuyaniya KCK’ê ya 23’ê Tebaxê jî.
KCK di vê daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re.
KCK dibêje;
“Di demekê de ku dewleta Tirk li dijî gelê me şerê qirkirinê dike, PDK jî bi ser me de tê. Li ser gerîla ‘teslîmiyetê’ ferz dike.”
Lê PDK wekî ku gerîla Başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ ne parastiye tevdigere.
Di 23’yê Tebaxê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek dabû û bal kişandibû ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin:
“Di vê demê de ku dewleta Tirk li dijî gelê me şerê qirkirinê dike û êrişî qadên gerîla dike, PDK jî bi ser me de tê. Li ser gerîla “teslîmiyetê” ferz dike
Me xwest bi helwesteke nerm û bi hevdîtinan vê pirsgirêkê çareser bikin.
Lê Komek di bin navê Beşa Rojnamevaniyê ya Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDK’ê daxuyaniyeke balkêş da Çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de gelek mijarên hatibûn destnîşankirin ku cihê nîqaşê û nakokiyê ne.
Em li dîrokê vegerin ka bi çend belgeyan binêrin ka piştî referandûma sala 2017’an çi qewimî bû?
Li van dîmenên li ser ekranên xwe binêrin û hûn bi xwe biryarê bidin, ka kê Kerkûk parast û kê ji kerkûkê reviyan.
Ka em vegerin beriya 6 salan û berê xwe bidin Mexmûrê, qala xebat û têkoşina Gêrîlayan nakin.
Em li vir bîr bixin ku serokê wê koma ku di bin navê Beşa Rojnamevaniyê ya Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDK’ê ku di sala 2014’an bi xwe serdana Mexmûrê kir û dest xweşiya Gêrilayan kirbû ku.
Ka em guh bidin Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Murat Karayilan dema daxwaza şandina hêzên gêrîla ji bo Şengalê jî tê kirin.
We bi xwe dît ev beşeke buyerên rasteqîne bûn û ev nêzî 2 mehin gêrîlayên azadiyê weke Erkeke neteweyî li Çiyayên azad ji bo axa başûrê Kurdistanê neyê dagirkirin, li dijî dewleta tirk a dagirker di çeperên herî pêş de şer dikin.