DERZIYA LI DIJÎ COVÎD-19
RTC’Ê DERZIYA PFÎZER/BÎONTECH JI BO BIKARANÎNÊ ERÊ KIR
Rêxistina TenduristiRTC-Derzi-Erekirinyê ya Cîhanê erêkirina derziya dij-virusê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê ragihand.
Derziya şîrketên Alman-Amerîkî Pfîzer Bîyontek bû derziya pêşî ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatî erêkirin.
Rêxistinê xwest bi awayekî lezgîn derzî were bikaranîn.
Ajansa Dermanan a Ewropayê jî 21’ê Kanûnê heman derzî ji bo bikaranînê erê kiribû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku li Tirkiyê nîqaşa li ser derzîkirina ji bo vîrusê didome.
Bi taybetî li ser derziya ku dewleta Tirk ji Çînê anî ye.
Ev derzî ji aliyê Çînê bixwe ve jî nehatiye erêkirin.
Û weke xetereyeke li dijî tenduristiya mirovan hişyarî tên kirin.