RÛSPIYÊ EŞÎRA CAF HISÊN MEHEMED MISTAFA
“EŞÎRA ME AMADE YE BI HER AWAYÎ JI BO AZADIYA BIRÊZ OCALAN KAR BIKE”
Rusipiyê eşîra Caf Mihemed Mistefa Caf ku weke Hisên Caf jî tê naskirin têkildarî hewldanên ji bo azadiya Rêber APO ji ajansa nûçeyan a RojNewsê re axivî.
Hisên Caf, Rêber APO weke kilîta çareseriya pirsa Kurd bi nav kir û got, em amadene wek eşîra Caf bi hemû endamên xwe beşdarî xebata ji bo azadiya birêz Ocalan bibin.
Hisên Caf bang li rayedarên Herêma Kurdistanê jî kir ku ji bo azadiya Rêber APO hewl bidin.
Herî dawî Hisên Caf îşaret bi girîngiya yekîtiya nava Kurdan de kir.