Gerîlayên HPG û YJA-Starê ji bo rûmeta gelê Kurdistanê û parastina xaka wî, bi canbexşane li dijî dagirkeriya Tirk şer dikin.
Yek ji van gerîlayan Rustem Cûdî yê ji Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ye.
HPGê bi daxuyaniyekê ew bibîranî û ev agahî dan:
Bi rojan li dijî dagirkeriya Tirk şer kir, birîndar bû, piştî cebilxaneya wî xilas ji bo nekeve destê dijmin xwe ji kendêl wer kir û şehîd bû.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê şehîd Rustem Cûdî bibîranî.
Di daxuyaniyê de bi berfirehî behsa Cenga Heftenînê û ruhê wê yê berxwedêriyê hat kirin û têkildarî şehadeta gerîla Rustem Cûdî wiha hat gotin:
12’ê Tîrmehê hevrêyê me Rustem Cûdî yê bi rojan li dijî dagirkeriya Tirk şer kir, tevî ku birîndar bû berxwedana xwe dewam kir, piştî cebilxaneya wî xilas ji bo dîl nekeve destê artêşa faşîst a dewleta Tirk xwe ji kendêl wer kir û şehîd bû.
Nasnameya hevrêyê me wiha ye:
Silêman Mehmûd Hesen bi nasnav Rustem Cûdî li Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û 12’ê Tîrmehê li Heftenînê şehîd bû.
SILÊMAN MEHMÛD HESEN
RUSTEM CÛDÎ
SERÊKANIYÊ
12’Ê TÎRMEHÊ-HEFTENÎN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku şehîd Rustem Cûdî 2016’an tevlî nava refên gerîla bûye.
Di serî de malbata wî ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re jî sersaxî hat xwestin.