ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
ARMANCA PÊNGAVÊ AZADIYA RÊBER APO YE
“Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re êdî bese, dem dema azadiyê ye!”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, pêngava KCK’ê a bi vê dirûşmê ragihandiye şîrove kir.
Sabrî Ok, destnîşan kir ku li ser destkeftiyên gelê Kurd û tevgera azadiyê lîstikên qirêj hene û got;
“Pêngava tevgera me di demeke awarte de dest pê kir, armanc azadiya rêber Apo ye. Di vê qonaxa awarte de divê gelê me jî bi ruhekî awarte bijî.”
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
KAMPANYA TEVGERA ME DI DEMEKE AWARTE DE DEST PÊ KIR
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, beşdarî bernameya Rojeva Welat a televîzyona me bû û mijarên di rojevê de nirxand.
Wekî rojeva sereke ku Sabrî Ok li ser sekinî pêngava KCK’ê bû.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, bibîr xist ku pêngav di demeke awarte de dest pê kir.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
ARMANCA PÊNGAVÊ AZADIYA RÊBER APO YE
Sabrî Ok, bibîr xist ku Rêber Apo 21 sale di bin tecrîdeke giran de ye.
Bêdengiya li hemberî vê rewşê bêwijdaniye.
Ji ber vê yekê jî armanca pêngavê jî azadiya Rêber Apo ye.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DIVÊ KURD DAGIRKERIYÊ QEBÛL NEKIN Û RABIN SER PIYAN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn; ku di vê qonaxê de li ser destkeftiyên gelê Kurd û tevgera azadiyê lîstikên qirêj hene.
Di vê çerçoveyê de jî Sabrî Ok got; ji bo serhildanê bi hezaran sedem hene, divê Kurd bêjin êdî bes e.