Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sabrî Ok: Divê PDK nebe parçeyek ji konsepta dewleta Tirk a dagirker 11.10.2020

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
PIRSGIRÊK NE YA PDK Û PKK’Ê YE, PIRSGIRÊK RASTIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, beşdarî bernameya Rojeva Welat a televîzyona me bû.

Mijara sereke ku Sabrî Ok li ser sekinî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re bû.

Sabrî Ok diyar kir ku pirsgirêk ne ya PDK û PKK’ê ye, pirsgirêk rastiya dewleta Tirk a dagirker e.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DIVÊ RÊVEBERIYA PDK’Ê ZEXTA DEWLETA TIRK ÎTÎRAF BIKE

Di vê mijarê de Sabrî Ok destnîşan kir ku li ser PDK’ê zextên dewleta Tirk hene.

Divê rêveberiya PDK’ê van zextên dewleta Tirk îtîraf bike.

Sabrî Ok diyar kir ku PDK jî dizane sedemê pirsgirêkan ne PKK ye. Divê neyê lîstokên dewleta Tirk.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
DIVÊ PDK NEBE PARÇEYEK JI KONSEPTA DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Endamê Konseya Rêveber a KCK, xwest ku PDK nebe parçeyek ji vê konsepta dewleta Tirk a dagirker.

Sabrî Ok bibîr xist ku PKK tu cara bi dewleteke herêmî an jî navnetewî re, li hemberî rêxistineke Kurd di nav konseptekê de cî begirtiye û wê negire jî.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
HELWESTA PARTIYÊN BAŞÛR BAŞ E, LÊ TÊRA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊ NAKE

Sabrî Ok helwesta xelkê Başûrê Kurdistanê jî bi erênî nirxand û got;

Gelê me yê li başûrê Kurdistanê û pêşmerge jî ji rewşa heyî nerazî ne. Helwesta partiyên başûr jî baş e, lê têra çareserkirina pirsgirêkan nake.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv