ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
HEVRÊ EGÎD CIVYAN FERMANDAREKÎ SERKEFTÎ BÛ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, beşdarî bernameya Rojeva Welat a televîzyona me bû.
Sabrî Ok, di destpêkê de Fermandarê Botanê şehîd Egîd Civyan bibîr anî û got:
Hevrê Egîd Civyan, di xeta Rêber Apo de Fermandarekî Serkeftî bû.
Mijara ku Sabrî Ok bi girîngî liser sekinî peymana PDK û Bexda ya derbarê Şengalê de bû.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
JI BER HEWLÊR Û BEXDAYÊ NEKARIN ŞENGALÊ BIPARÊZIN FERMAN PÊK HAT
Sabrî Ok bibîr xist, ji ber ku Hewlêr û Bexda nikaribûn Şengalê biparêzin, gel bi fermanê re rû bi rû ma.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku gerîlayan bergîriya Şengalê kirin û xelkê herêmê ji qirkirineke mezin parastin.
Sabrî Ok, da zanîn ku bêyî ji civaka Êzidî bipirsin ev peyman çêkirine, ev nêzîkatiyeke ahlakî nîne.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê SABRÎ OK:
RAGIHANDINA ROJA AZADIYA RÊBER APO GELEKÎ GIRÎNG E
Mijareke din ku Sabrî Ok bi taybet li ser sekinî jî ragihandina “10’ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Ocalan” bû.
Sabrî Ok da zanîn ku 10’ê Cotmehê li seranserî cîhanê rojevek ava kir, divê ev rojev berfirehtir bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, berxwedana Rêber Apo ya li Girava Îmrali bibîr xist û got:
Berxwedaneke herî germ û dijwar li girava Îmrali tê dayîn. Bi kirinên li Îmraliyê heqareta li aqil û îradeya gelê Kurd dikin.