ENDAMÊ MEKTEBA SIYASÎ YA YNK’Ê SADÎ EHMED PÎRE:
DEWLETA TIRK ÇEND HERÊMÊN BAŞURÊ KURDSITANÊ DAGIRKIRYE
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Sadî Ehmed Pîre li bernameya Tewery-ROJ a Aryen TV bû.
Sadî Ehmed Pîre, derbarê rewş û aloziya siyasî ya li Başurê Kurdsitanê de nirxandinan kir.
Wî bibîr xist ku PDK hêzên bi navê Roj û Gulan veguhastiye herêmên Behdinanê, ev jî ji bo herêmê metirsiyekê mezin e.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê destnîşan dike ku, dewleta Tirk a dagirker çend herêmên Behdinanê dagirkirye.
Û xistiye bin kontrola xwe û li herêmê bi tenê xetên telefonên ên dewleta tirk kar dike.
ENDAMÊ MEKTEBA SIYASÎ YA YNK’Ê SADÎ EHMED PÎRE:
TIŞTA KU XELKÊ ŞENGALÊ QEBÛL NEKE WÊ YNK JÎ QEBÛL NEKE
Derbarê peymanên ku di navbera PDK, Bexda û Dewleta Tirk de hatine îmzekirin jî Sadî Ehmed Pîre dibêje; haya me ji van peymanan tine ye.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Sadî Ehmed Pîer, têkildarî Peymana Şengalê de jî got:
Bêyî îradeya Xelkê Şengalê hatiye girêdan. Tişta ku şengalî qebûl nekin YNK jî qebul nake.