Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera 28an ya şehadeta fermandara Gerîlla Bêrîtan e 24.10.2020

 

Sibe salvegera 28’an a şehadeta fermandarê gerilla Gulnaz Karataş, Bêrîtan e.

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê bi rasthatina rojê daxuyaniyek da û got, xeta berxwedanê ya Bêrîtan, darbeya li dijî nokeriyê bû.

PAJKê ragihand ku çalakiya Bêrîtan bû hîmê avakirina artêşa jinê.

25’ê Cotmeha sala 1992’an fermandara jin Gulnaz Karataş dema şerê li dijî hevkarên dewleta Tirk, ji bo bi saxî neyê girtin xwe ji zinarê avêt û şehît bû..

Bi boneya salvegera 28’an a şehadeta Bêrîtan, Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê daxuyaniyek da..

Koordînasyona PAJK’ê çalakiya fedaî ya Bêrîtan weke darbeya li dijî nokeriyê binav kir û wiha got:

Mîrateya ku Bêrtîan û şopdarên wê li pey xwe hiştine, li her devera Kurdistanê bû tovê berxwedaneke bi heybet.

Hevrê Bêrîtan bi têkoşîn û çalakiya xwe bandoreke mezin li Tevgera Azadiya Jinê kiriye. Di vî warî de tişta herî girîng jî, çalakiya wê bû hîmê artêşbûyîna jina Kurdistanê.

Sala 1992’an di şerê li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê de, gerîllayên PKK’ê mohra xwe li berxwedaneke mezin dan. Di vî şerî de hem hêzên dagirker û hem jî hevkarên wan li hemberî xeta Bêrîtanê têk çûn.

Hevrê Bêrîtan di wî şerî de heta kêliya dawî şer kir û li hemberî banga teslîmiyetê îradeyeke bi hêz nîşan da.

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku eger îdeolojiya azadiya jinê li nava PKK’ê bû ew çendî xwedî destketî, para berxwedana Bêrîtanê zêde ye û wiha dewam kir:

“Çalakiya Bêrîtan veguherî nasnameya azadiyê û îro ev rastî di berxwedana Heftanînê de bi awayekî eşkere xwe daye der.

Pêşengê tevgera azadiya jinê, Esmer, Nûcan û hevrêyên wan rûmeta gelê Kurd parastin. Bi şerê xwe nîşanî her kesî dan; bê jina Kurd xwedî hêz û îradeyeke çawa ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv