SALVEGERA AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESER
LI AMÛDÊ BI ŞAHIYEKÊ SALA 7’AN HAT PÎROZKIRIN
Meclisa rêveberiya xweseriya demokratîk a Herêma Cizîrê bi şahiyekê salvegera damezirandina xwe pîroz kir.
Şahî li hola Beylesan a li navçeya Amûdê hate lidarxistin.
Tevî nûnerên rêveberiya Xweser bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn.
Hevserokên meclisa rêveberiya xweser a herêma Cizîrê Telet Yûnis û Nezîra Gewriyê:
Û hevseroka meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Emîna Omer di şahiyê de axivîn.
Û diyar kirin ku ew ji hêza xwe ya çareseriya aloziya Sûriyê bawerin û wê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin.
Mêvanên ku beşdarî şahiyê bûn ji televîzyona me re axivîn.
Piştî axaftinan helbestvan Ferhad Merdê helbestên ji mêvanan re pêşkêş kirin.