Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera bidarvekirina Rêberê Komara Mihabadê Qazî Mihemed

KOMARA KURDISTANÊ YA MAHABADÊ. QAZÎ MIHEMED Û HEVALÊN XWE 31’Ê ADARA 1947’AN HATIN DARVEKIRIN

Di 22 Çileya sala 1946an de Komara Kurdistanê hat damezrandin.

Komar 11 mehan li ser piyan ma.

Helbet sedemên wê hene.

Ya yekem Yekîtiya Sovyetan desteka ku dabû Qazî Mihemed şûn ve kişand.

Ya duyem dewleta Îranê bi desteka Ingilistanê bi dijwarî avêt ser bajêr.

Û wekî îro Komara Mahabadê hat hilweşandin.

Dîrok 22ê Çileya 1946an, li Meydana Çarçira ya bajarê Mihabadê, KOmara Kurdistan hat damezrandin.

Komara Kurdistanê di pêşengiya Qazî Mihemed de hat avakirin.

Di avakirina Komarê de li gel Qazî Mihemmed 13 wezîran cih girt.

WEzîrên Komarê piştî demekê destûra bingehîn ya Komarê eşkere kirin.

Dinava demek kurt de, li Mihamadê bingehê komarê hat xurtkirin.

Komara Kurdistanê di qada rewşenbîrî, siyaset û civakê de bû navendeke giring.

Li aliyê din dibin banê komarê de xebatên parastinê hatin kirin û artêş saz bû.

Li gel vê, di qadên Aborî, çand û huner, wêje û perwerdeyê de gavên giring hatin avêtin.

Şanoya Kurdî hat avakirin, xebatên Muzîkê û wêjeyê hatin kirin.

Di heman demê de xebatên ronakbirîriyê dest pê kirin.

Rojname û Kovar hatin çapkirin.

Xeatên perwerdeyê yek ji xalên sereke bû..

Zimanê Kurdî, weke zimanê perwerdeyê yê fermî hat qebûlkirin.

Jinên Kurd di Komara Kurdistanê de jî xwedî rolek giring bûn.

14ê Adara heman salê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat avakirin.

Hevjîna Qazî Mihemmed Mîne Xanim pêşengiya xebatên jinan kir.

Di mijara dîplomasiyê de jî rêveberiya komarê dinava hewldanan de bû.

Piştî komar hat ragihandin bi demekê, Yekîtiya Soviyetan desteka ku dabû Qazî Mihemed şûnde kişand.

Komar bi destê Îran û desteka Ingilistanê 17ê Kanûna 1946an hat hilweşandin.

Pêşewa Qazî Muhammed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî, li Meydana Çarçira ya ku Komara Mahabadê lê hatîbû ragihandin, di 31ê Adara 1947an de hatin darvekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv