Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera Çalakiya şeva 4′ an

 

4 ŞOREŞGERÊN KURD FERHAT, NECMÎ, EŞREF Û MAHMUT
ŞEVA 18’Ê GULANÊ LI ZINDANA AMEDÊ AGIR BERDAN BEDENA XWE

Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn di şeva 18’ê gulanê de li dijî tarîtiya darbeya 12″ê îlonê çalakî li darxistin.

Bi vê çalakiyê bûn 4 stêrkên Kurdistanê.

Şahîdê şeva 4’an Beşîr Dundar qala wê şevê kir.

KCD’ê jî bi daxuyaniyekê şehîdên şeva 4’an bi bîr anîn…

Şeva 4’an.

Ango 4 can, 4 şoreşger û 4 stêrk…

Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn…

Di şeva 18’ê gulana 1982’an de de li dijî hovîtî û tarîtiya 12’ê îlonê agir berdan bedana xw.

Li zindana Amedê bûn stêrk û Kurdistan ronî kirin.

Ferhat, Eşref, Necmî û Mahmut bi vê dîlana agir, bûn 4 kulîlk û 4 stêrkên Kurdîstanê.

ŞAHIDÊ ŞEVA 4’AN BEKÎR DUNDAR:
DAXWAZA WAN AZADÎ Û YEKÎTIYA KURDAN BÛ

Ji hevalên 4 stêrkên Kurdistanê û şahîdê dîlana agir Beşîr Dundar di 38. salvegera çalakiya şeva 4’an de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Beşîr Dundar di şexsê şehîdên şeva 4’an de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tîne dibêje: A rast kengê qala wê demê were kirin, qala zilm, hovîtî û êşkenceyê tê kirin. Raste êşkence hebû, lê belê li dijî wê berxwedaneke mezin hebû.

Dundar bi van gotinan qala wê kêliya berxwedana şeva 4’an dike:

Seat derdora 03:30 bû. Bi deng em hişyar bûn. Bi dîtina agir em bazdan banyoyê. Ji aliyekê em av digeriyan û ji aliyekê me hewl dide tiştê dibe fêm bikin. Me nêrî Ferhat û 3 hevalên din. Destpêkê me nas nekirin. Dûre me nêrî hevalê Ferhat rûniştiye, serê her sê hevalên din li ser çokên wê di nava agir de bûn”.

Beşîr Dundar bi van gotinan jî gotinên dawî yên Ferhat Kurtay tîne ziman: Dema me hewl da agir vemirînin, hevalê Ferhat axivî û got: Agirê venemirînin. Ev çalakiye. Kê agirê vemirîne, wê xayintî bike. Wê ji niha û pê ve rewş baştir bibe”.

Dundar dibêje ku daxwaza Ferhat, Eşref, Necmî û Mahmut azadî û yekitiya Kurdan bû û wiha gotinên xwe dawî dike: ‘Wekî Ferhat Kurtay di gotinên dawî de anîbûn ziman, ji rojê û pê ve, rewş hinek guherî, êşkence kêm bû.

KCD’Ê ŞEHÎDÊN ŞEVA 4’AN BI BÎR ANÎN

Li aliyê din, Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê jî, bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên şeva 4’an bi bîr anîn.

KCD’ê anî ziman ku gelê Kurd ji dîrokê heta niha ji bo mafên xwe bedelên giran dide û got: Gelê kurd wê demê li dijî faşîzma eskerî, niha jî li dijî faşîzma sivîl serî natewîne û wê teqez qezenc bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv