Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera destpêka berxwedana greva birçîbune ya li dijî tecrîda Reber Apo ye 08.11.2020

 

Îro salvegera destpêka berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Apo ye.

Pêşî Leyla Guven, piştre bi hezaran girtiyên li zîndanan bi qasî 200 rojan di girevê de mabûn.

Dewleta Tirk neçar ma şênve gav bavêje û rêya Imraliyê vekir.

Parêzerên Ocalan û xizmên girtiyên din yên Imraliyê çûn Gravê û hevdîtin pêkanin.

Demek dirêj derbas nebû, rêvebirên dewleta tirk dîsa xwedî li sozên xwe derneketin, bi bahaneyên cuda tecrîda li Imrali heta îro jî didomînin.

BERXWEDANEKE SERKETÎ YA 3 DEMSALAN
AGIRÊ LEYLA GUVEN PÊ XIST, BELAVÎ TEVAHIYA CÎHANÊ BÛ

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 8’ê Mijdara 2018’an li zindana Amedê ji bo tecrîda li dijî Rêber Apo were şikandin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Vê biryara Leyla Guven di demek kurt de deng veda.

Tevî parlementerên HDP’ê, komên cûda ji bo piştgiriya Leyla Guven, di 17’ê mijdarê de li Colemerg, Wan û Edenê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ew berxwedana ku Leyla Guven starta wê da berfireh bû.

Çend roj piştî Leyla Guven, Nasir Yagiz li Hewlêrê, Fadîle Tok li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, Îmam Şîş li Gallerê, Yusuf Îba li Kanadayê û 14 kesan jî li Strasbourgê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di 16’ê kanûna 2018’an de tevlî berxwedana greva birçîbûnê bûn.

Ji Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên cîhanê, rewşenbîr, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan çûn serdana Leyla Guven û daxwaza dawîkirina tecrîdê anîn ziman.

Berxwedan her ku çû mezin bû.

Ji parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî di destpêka Adara 2019’an de li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di 30’ê nîsanê û 10 gulanê de komek girtiyan berxwedana xwe veguherandina rojiya mirinê.

Di serî de li Gebze, Stenbol, Îzmîr û gelek deveran jî di pêşengiya dayikên laçik spî de çalakî pêk hatin.

Ji bo şikandina tecrîdê çalakiyên fedaî jî hatin lidarxistin.

Ugur Şakar
Ayten Beçet
Zehra Saglam
Medya Çinar
Yonca Akici
Siraç Yuksek
û
Mahsum Pamay şehîd bûn.

Li ser berfirehbûna berxwedanê, rêvebeiya Tirk ya ji 2011″an û pê ve nedihişt parêzer biçin Îmraliyê, di 2’ê gulana 2019’an de parêzer birin Îmraliyê.

Di hevdîtina 22’yê Gulanê de Rêber Apo ev bang li berxwedêran kir:

Hevrêyên rêzdar!

Ez li bendê me ku di bin ronahiya daxuyaniyên berfireh de yên herdu parêzerên min bikin, hevalên ku ketine çalakiya rojiya mirinê û greva birçîbûnê, çalakiyan bidawî bikin.

Ji bo we hemûyan hezkirin û spasiya xwe ya herî jidil pêşkêş dikim.

Li ser vê banga Rêber Apo, Leyla Guven di 26’ê gulana 2019an roja 200’î ya berxwedanê de greva birçîbûnê dawî kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv