ŞENGALIYAN BI DEQEYEK RÊZGIRTINÊ ŞEHÎDÊN FERMANÊ BI BÎR ANÎN
3’ê Tebaxa sala 2014’an weke îro, çeteyên êrişî êriş bir ser Şengalê..
Îro li gelek navendên Şengalê merasîmên bîranînê pêk hatin.
Bi boneya salevegera fermana 3’ê Tebaxê şêniyên Şengalê li Xanesorê merasîmek girseyî pêk anî.
Şêniyên Şengalê, endamên saziyan li pêş deriyê Meclîsa Giştî ya Gel li hev kom bûn û qurbanî bi bîranîn.
Netenê li Xanesorê li gelek bajarok, navçe û gundên Şengalê jiyan 5 deqeyan rawestiya û bi awayeke hemwext merasîmên rêzgirtinê pêk hatin.
Saet 16’an ango divê saetê de jî 6. salvegera fermana Şengalê li nehiya Sinûnê wê bi meşekê were şermezarkirin.