Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera Komkujiya Damdimakê

 

 

DI SER KOMKUJIYA MADIMAKÊ RE 27 SAL DERBASBÛN Û HÊ JÎ BERSIVA EDALETÊ NEHATIYE DAYÎN

Dîroka Tirkiyê bi komkujiyan tijî ye.

Îro jî, salvegera yek ji komkujiyên herî hov ango salvegera komkujiya Sêwaz e.

27 sal berê nijadperestên Tirk êrişê beşdarên bîranîna Pîr Sultan Abdal kirin.

33 rewşenbir, hunermend, ango 33 mirovên elewî bi saxî hatin şewitandin.

Dewleta Tirk wekî kujer û berpirsyarên komkujiyên din, berspirsyarên vê komkujiyê jî parastin…

Kujerên komkujiya Sêwazê jî, wekî kujerên din bi awayekî serbest li kolanan digerin.

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal 30’ê Hezîrana 1993’an ji bo bîranîna Pîr Sûltan Abdal çalakiyek organîze kir.

Bi dehan rewşenbîr û hunermendên xwestin tevlî bibin, ji Enqereyê berê xwe dan Sêwasê.

Du roj beriya komkujiyê, bi sernavê “Ji raya giştî ya Misilman” re li Sêwasê belavok hatin belavkirin.

Di belavokan de dihate îdîakirin ku heqaret li pêxember û Quranê tê kirin û êrîş li namûsa bawermendan tê kirin.

Rojnameyên herêmî jî mîna van belavokan, beşdarên çalakiyê kirin hedef.

Roja Înê, koma ku li mizgeftan û derdora wan li hev civiyan, bi qêrîna dirûşmên “Sêwas wê bibe gora laîkiyan”, “Komar li Sêwasê ava bû, wê li Sêwasê hilweşe”, “Sêwas wê li Azîz bibe goristan” ber bi Navenda Çandê ya ku çalakiya bîranînê dihate lidarxistin meşiyan û êrîş kirin.

Êrîşkaran bi kontrola dewletê êrîş kirin û vê êrîşê 12 saetan dewam kir.

Di êrîşê de 33 kesên ji bo bîranînê hatibûn Sêwasê jiyana xwe ji dest dan, 41 kesên asê mabûn jî bi derfetên xwe ji otelê derketin.

Di komkujiyê de ku li dijî civaka Elewî hate kirin, nivîskar, helbestvan, hunermend, felsefevan, ozan û mirovên hîn zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Dema ku komkujî hate kirin, yek ji nûnerên şerê qirêj ê li Kurdistanê Tansû Çîller Serokwezîr bû, Suleyman Demîrel jî Serokkomar.

Tansû Çîller piştî komkujiyê got, “Şukir ji Xwedê re tiştek bi gelê me yê li derveyî otelê nehat.” Suleyman Demîrel jî di dema komkujiyê de got, “Bûyereke munferît e. Bi tundî hatiye sorkirin. Ji ber vê sorkirinê gel bi hêrs bûye û rabûye ser piyan.

Piştî komkujiyê roja 3’ê Tîrmehê 190 kes hatin binçavkirin, 124 kes ji wan hatin girtin.

21’ê Cotmeha 1993’an rûniştina destpêkê ya dozê çêbû.

Biryara destpêkê jî piştî salekê yanî 26’ê Cotmeha 1994’an hate dayin.

Di dema dozê de hin ji berpirsyarên komkujiyê ji aliyê dewletê ve hatin veşartin, hinek jî reviyan derveyî Tirkiyê.

Hin bersûcên ku dihate îdîakirin bi bultena sor li wan tê lêgerîn, eşkere bû ku li saziyên fermî yên dewletê dixebitin.

Parêzerên kujeran jî di desthilatdariya AKP’ê de bûn wezîr, parlamenter û burokratên payebilind.

Civak û saziyên Elewî piştî komkujiyê xwestin Otela Madimakê bibe “Muzeya Şermê” û bi darizandineke adîl, hesabê komkujiyê bê pirsîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv