SALVEGERA KOMKUJIYA NAV 4 DÎWARAN
112 KES KUŞTIN Û ŞEWITANDIN, WEKÎ “OPERASYONA VEGERA JIYANÊ” BI NAV KIRIN
19’ê kanûnê salvegera yek ji salvegera herî hov a nav 4 dîwaran e.
Hêzên Tirk di 19’ê kanûna 2000’an de, bi awayekî hovane êrişê grevên birçîbûnê yên li dijî girtîgehên tîpên F kirin.
Di nîvê şevê de, bi awayekî hemwext avêtin ser 20 girtîgehên lê girtiyên siyasî hene.
Bi vê êrişa hovane 122 girtî kuştin.
Gelek ji wan bi şewitînê jiyana xwe ji dest dan.
Bi sedan girtî birîndar bûn û bi dehan ji wan seqet man.
Dewleta Tirk bi vê komkujiyê, deriyê girtîgehên tîpa F vekirin û girtiyên siyasî bi zorê surgun kirin.
Rayedarên Tirk bê fedîkirin, navê vê hovîtiyê jî “operasyona vegera jiyanê” danî.
Li ser hewldanên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên demokratîk bi neçarî li dijî êrişkar, kujer û berprisyaran doz vebûn.
Lê wekî komkujiyên din, kujer, êrişkar û berpirsyar bêceza man.
SALVEGERA KOMKUJIYA GIRTÎGEHAN
DEWLETA TIRK NIHA JÎ HEMAN SIYASETÊ DIMEŞÎNE
Bi wesîleya salvegerê li gelek deveran daxuyanî hatin dayin, qurbanên komkujiyê hatin bi bîr anîn.
Bi daxuyaniyan hate gotin ku dewleta Tirk niha jî, siyaseta teslîmgirtina girtiyan, bi tecrîda girankirî û rêbazên cûr be cûr didomîne.
Li dijî pêkanînên taybet ên dewleta Tirk ên li girtîgehan banga hestiyariyê li raya giştî hate kirin.