Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera Pêngava 15ê Tebaxê

 

 

PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ; PÊNGAVA HIŞYARBÛNA KURDAN Û TÊKÇÛNA DAGIRKERAN

15’ê Tebaxê, cejna vejîn û berxwedanê ye.

Pêngava 15’ê tebaxê ango Roja Vejînê, 36 sal li pey xwe hişt û derbasî 37 saliya xwe dibe..

15’ê Tebaxê ku weke guleya yekê tê binavkirin, çi bi xwe re guhert?

Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn rê li ber çi vekir?

Bi kurtî em li vê doyeya ku hevalên me amade kirine temaşe bikin.

Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd, di 15’ê tebaxa 1984’an de bi pêşengiya fermandarê efsanewî Mahsûm Kormaz bi navê din Egîd, avêtin ser navçeyên Dihê û Şemzînanê.

Tevgera Azadiyê bi vê pêngavê, rêveberiya tirk matmayî kir û peyama ‘dema hesab-pirsînê hat’ da.

Gerîlayên kurd bi vê çalakiyê, li hemberî polîtîkaya tinekirin û înkarê dest bi têkoşîna çekdarî kirin.

Di encama vê pêngavê de, jihevketina gelê kurd hat rawestandin, dîroka gelê kurd hat guhertin û di demeke kin de, şoreşa civakî û fikrî hat pêş xistin.

Ji ber vê têkoşînê, kurd û kurdîtiya ku li ber tinebûnê bû, ji nû ve zindî û şîn bû.

Tevgera Azadiya Kurd, di encama têkoşîn û berxwedana dîrokî de, pirsgirêka kurd xist rojeva dewletên serdest û hemû derdoran.

Tevger bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di demeke kin de veguherî tevgera milyonan, û bandora xwe li tevahiya cîhanê kir.

Lewma roja 15’ê tebaxê di nava gelê Kurd de weke roja Vejîna Kurd tê binavkirin.

Û roja 15’ê tebaxê li seranserê Kurdistanê weke cejna azadiyê tê pêşwazîkirin.

Ji ber ku bi pêşengiya fermandarê efsanewî Egîd di 15’ê tebaxa 1984’an de Kurdê ku li çiyayê Araratê hatibû bin ax kirin ji nû ve hat dinê.

Bi gulleyên 15’ê tebaxê qeyd û bendên koledariya salan hat şikandin û dîroka gelê Kurd ji nû ve ax qelişand û şîn bû.

15’ê tebaxê bû tirs û xofa dilê neyar û dagirkerên Kurdan.

Kurd wê rojê ji xewa mirinê hişyar bûn û dest bi têkoşîna xwe ya man û nemanê kirin.

Vê têkoşîna man û nemanê gelek destkeftiyên mezin bi xwe re anîn.

Di nava van 40 salan de bi hezaran Egîd berê xwe dan nava refên berxwedanê û li ser rêça fermandarê xwe yê efsanewî meşiyan.

Ev al û têkoşîna ku ji Egîdan derbasî Egîdên hemdem bû her roj li ba bû û mezin bû.

Niha jî şagirtên Egîd û Şopdarên Ocalan li Rojava şoreşa gelan pêk anîn.

Egîdên hemdem sînorên dagirkeran ji holê rakirin û pûç kirin û niha li 4 hêlên Kurdistanê ax û rûmeta xwe diparêzin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv