GERÎLA Û HOZANA KURDISTANÊ ŞENAY GOÇER-DELÎLA MEYASER
Şenay Goçer em wê weke Delîla Meyaser nas dikin.
Ew hunermed û şorşgera ji Farqîna Amedê bû.
Di şeva 24-25’ê Tebaxa sala 2007’an ji li Qilebana Botanê bi kimyasalê tevî 9 hevalên şehîd bûn.
Lê staranên Delîla Meyaser hîna jî li qadan li kolan tê qêrîn.
Delîla Meyaser ango Şenay Goçer di sala 1981’ê de li navçeya Amedê Farqînê tê dinê.
Ew çavê xwe di nav malbatek Kurd perwer û şopdarê doza welatê xwe de mezin dibe.
Ji ber jîrbûna wê dayîka wê hê di 5 saliyê de wê dişîne dibistanê.
Di 16’e saliya xwe de dibistana navîn diqedîne û piştî dibistanê ango sala 1999’an de dema rêber Abdulah Ocalan tê dîl tê girtin berê xwe di de çiyayên Kurdistanê.
Ew li çiya dibe gerîla dibe hunermed.
Gelê Kurd jî wê bi dengê wê yê zelal û xweşik nas dike.
Li aliyekî gerîllatiyê dike, li aliyê din jî doza azdiyê dimeşîne.
Wê muzîka xwe bi şerê azadiya gelê xwe re kiribû yek.
Delîla bi stranên xwe û dengê xwe yê nazenîn hê jî di nava dilê kurdan de cihê xwe diparêze.
Di dîroka her gel û netewan de kesên ku mohra xwe li hin pêvajoyan dixin hene, Delîla jî yek ji wan kesane.
Wê bi dengê xwe zelal stranên lehengiya şoreşa Kurdistanê da gotin.
Rêwîtiya hunermeda şoroşger Delîla Meyaser di sala 2007’dan de li Botanê bi dawî bû.
Di 25’ê Tebaxa 2007’an de artêşa tirk li dijî gerilayên HPG’ê tevgera dagirkeriyê pêk anî bûn.
Divê tevgera dagirkeriyê ku Artêşa tirk çekên kîmyewî bikaranîn de 3ê jê jin 11 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.