Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera şehadeta Kemal Pîr 07.09.2020

 

SALVEGERA ŞEHADETA KEMAL PÎR
ENTERNASYONALÎSTÊ BERXWEDANA ZINDANA AMED’Ê

Îro salvegera şehadeta yek ji pêşengê berxwedana zîndana Amedê Kemal Pîr e.

Kemal Pîr yek ji kadroyên pêşeng ên PKK”ê bû.

Ji berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jî pêşengî kir.

Kemal Pîr 7ê Îlona sala 1982’an gihişt şehadetê.

Kemal Pîr’ê yek ji kadroyên avaker ê partiya Karkerên Kurdistan PKKê, sala 1952″an li gundê Guzeloluk ya navçeya Gumuşhane Torulê hate dinê.

Dema li fakulteya ziman û dîrok ya Zanîngeha Enqerê xwendekar bû, Rêberê Apo nas kir.

Û wê demê dîroka Kurd û Kurdistanê bala wî kişand..

Ji ber vê yekê, bi awayeke çalak di koma pêşî a Apoyiyan de cih girt.

Sala 1976’an li ser biryara vegera welat, Kemal Pîr bi koma destpêkê re hat Kurdistanê.

Kemal Pîr 3 Hezîrana 1977 û 8’ê Mijdara 1978’an 2 caran hate girtin, lê piştî demekî kin hate berdan.

Sala 1979’an di nava koma pêşî ya PKKê de derket derveyî welat û çû qada Rojhilata Navîn…

Piştî ku perwerdeya xwe tamam kir, sala 1980’î vegeriya Kurdistanê.

Û heman salê hat girtin.

Di pêvajoya darbeya cûntaya 12ê Îlonê de, tevî Kemal Pîr bi sedan kes ji doza PKK’ê hatibûn girtin..

Dewleta tirk wekî pêşengên din ên PKKê, Kemal Pîr jî bir girtîgeha Amedê.

Û li dijî govîtiya cûntayê, bû yek ji pêşengên berxwedanê..

Tîrmeha sala 1982’an dema ku Mehmet Hayrî Durmuş li salona dadgehê, biryara Rojiya Mirinê ragihand, Kemal Pîr rabû serpiyan û diyar kir ku ew tevlî berxwedanê dibe.

Û tevî hevriyên xwe Xeyrî Durmûş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek li Zinadan Amedê cunta têk bir.

7’ê Îlona sala 1982’an, di roja 56’an a berxwedanê de têkoşerê enternasyonalîst Kemal Pîr şehîd bû.

Yek ji daxwazên Kemal Pîr ew bû, ji serêşkencekarê li girtîgeha Amedê Esat Oktay hesap were pirsîn.

Û ev daxwaza wî piştî 6 salan bicih hat.

22″ê cotmeha 1988’an Esat Oktay li Stenbolê hate kuştin.

Kesê ew kuşt jî, beriya çalakiyê wiha ji Esat Oktay re gotibû, silavên Laz Kemal hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv