5’ê Tîrmehê salvegera yekemîn a şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet e.
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi bîr anî û got;
Di salvegera yekemîn şehadeta hevrê Helmet de, pêwîstiya Kurdistane ji her demê zêdetir bi pêşengên şoreşger ên wekî Helmet, Zîn û Qasim heye.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet, 5’ê Tîrmeha 2019’an di encama êrîşekî hewayî de şehîd bû.
Bi mebesta salvegera yekemîn a şehadeta Helmet de, Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê daxuyanî da.
KCK’ê di şexsê şehîd Helmet de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîr anî û got;
“Şehîd hevrê Helmet yek ji pêşengên mezin ê tevgera Apoyî ye ku bi ked û fedakariyeke mezin di nav têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd de cî girt. Heval Helmet bi şehadeta xwe êdî bûye nirx, hezkirin û ronahiyek nemir di nav dil û mêjiyê Kurdên azad de.”
Di daxuyaniyê de tê bibîr xistin; armanca ku Helmet dabû pêşiya xwe û ji bo pêkanîna wê têdikoşiya, avabûna yekîtiya demokratîk a neteweyî di navbera Kurdan de bû.
“Ji ber ku ev yek diket xizmeta azadî û serketina gelê Kurd. Heval Helmet ji bo parastina nirxên neteweyî yên gelê Kurd, têkoşînek mezin li dijî feraseta teslîmkarî û xwefiroşî da.”
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bibîr xist ku di salvegera yekemîn a şehadeta hevrê Helmet de, Kurdistan ji her demê zêdetir pêwîstiyê bi pêşeng û şoreşgerên wekî hevrê Helmet, Zîn û Kasim dibîne.
KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku kesên destê wan di xwîna şehîdan de heye ne hewînin.
“Ji bo ku dara azadî û yekîtiya neteweyî şîn û geş bibe, divê ji kurmên darê bên paqijkirin. Ji bo ku pêşî li qirkirina gelê Kurd were girtin, destketiyên Kurdan were parastin, faşîzm û dagirkerî were hilwişandin, yekane rê ya têkoşîna Helmet û Qasima ne.”